Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye

Çarşem 11 Kanûn 2024 - 03:15

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li Kurdan û derdorên demokratîk kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê û got: Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî 'Bernameyeke Taybet' a televîzyona Medya Haberê bû û rojev nirxand. Nirxandina Mûstafa Karasû bi vî rengî ye:’’Ji bo azadiya Rêber Apo, sala borî kampanyayeke girîng hatibû destpêkirin. Hîna jî didome. Di esasê xwe de ji ber ku kampanyaya azadiyê ya Rêber Apo li Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê bi bandor bû, lewma hevdîtinek pêk hat. Lê belê di wê hevdîtinê de Rêber Apo got, “Tecrîd dewam dike.” Heta gotiye, “Xwestin vir ji min re veguherînin dojehê.” Lê belê rojeveke bi rengê ku wê bi malbata xwe, bi endamên DEM Partiyê re hevdîtinê bike, timî di rojevê de tê girtin. Banga Devlet Bahçelî hebû, got: “Bila tavilê hevdîtin pêk were.” Di rastiyê de wê hevdîtin daban kirin bi Rêber Apo re. Armanca vê yekê jî diyar e. Bi eşkere zextê li Rêber Apo dikin. Zexta “Tu ji bo feshkirina rêxistina xwe, bang bike” dikin. Ji bo vê yekê wê hiştiban ku hevdîtin were kirin. Bi rengê ku “binêre em hevdîtinê didin kirin, tu çima bang nakî” wê zexta li ser Rêber Apo zêde kiriban. Lê belê di vê pêvajoyê de, geşedanên li Sûriyeyê derketin holê. Bi nêzîkatiya “Rêber Apo wê ji bo Sûriyeyê tiştekê bêje, li Sûriyeyê ji bo Kurdan tiştekê bêje. Ev jî wê polîtîkayên dewleta Tirk vale derxîne. Wê berevajî polîtîkayên dewleta Tirk be” hevdîtin nedan kirin.” Li vir ev tê dîtin, tecrîda li ser Rêber Apo hîna dewam dike. Eger hevdîtinek were kirin, ev nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Ji bo normalîzekirina tecrîdê, rojevên wiha çêdikin. Li ser Îmraliyê, şerekî taybet heye. Şerekî psîkolojîk heye. Divê ti kes nekeve nav rehetî û xwexapandinê. Niha wê bi Rêber Apo re hevdîtînek bidin çêkirin. Wê hevdîtînê veguherînîn gef û şantajê. Pêwîste gelê Kurd û dostên wê bizane. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê, tecrîd ji holê ranebe, xwestin û nêzîkatiyeke çereseriyê çareseriyê nîne. Ev şerê taybet e, şerê psîkolîk e. Pêwîste ev bê dîqatkirin. Yên ku diçin wê derê pêwîste nêzîkatiya dewleta Tirk bizanin. Ew hevdîtin berpirsyariyeke dîrokî ye. Ji ber ku berpirsyariyeke dîrokî ye, wê demê dema diçin divê polîtîka û nêzîkatiyên dewleta Tirk rast bên parvekirin. 

Bi zimanê AKP-MÎT’ê diaxivin

Di vê mijarê de di hin Kurd û hin derdoran de têgihiştinên şaş hene. Dibe ku zext, zilm, girtin û her tişt çêbibe, lê wê pêvajo bimeşe! Tiştekî bi vî rengî nîne. Di vî alî de di demeke wiha de ku ewqas zext hene, qeyyûm hene, her cure zext li ser Kurdan tê kirin û her cure êrîş li ser Rojava tê kirin, bi helwestên weke ''ev tişt dibin, li wan nenêrin" nêzbûn, xwe xapandin e û Kurdan xapandin e. Ev yek zimanê AKP’ê ye. Zimanê MÎT’ê ye. Zimanê AKP û MÎT’ê yê eware kirina Kurdan e. Konseptek heye, konsepta tasfiyeyê ye. Bi gotina "Em bi Kurdan re xwişk-bira ne" dixwazin Kurdan bixapînin. Tiştên cuda jî tên gotin. Mînak weke ku Rêbertî wê wisa bibêje û rêxistin jî wê neke. Me bi caran gotiye. Rêbertî muzakerevanê me yê sereke ye. Lê belê divê li hemberî muzakerevanê sereke nêzîkatiyeke rast hebe. Divê nêzîkatiyeke cidî hebe. 

Siyaseta parastina Îsraîlê

Heval Ebas jî beriya mehek, du mehan dubare kir yanî. Îran polîtîkaya şaş dişopîne. Îranê çima berê Hîzbûllahê da ser Îsraîlê? Hevalê Ebas got, divê hatiba sekinandin. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirk, Îran sor kir. Îran jî bi vê yekê xapiya. Hema bêje yê ku Sûriye li ser piyan dihişt, Hîzbûllah, Îran û Rûsya bû. Evane jî derbeyeke mezin xwarin. Ev pêvajoya têketina Sûriyeyê ya HTŞ’ê û OSO’yê di rastiyê de girêdayî polîtîkayên êrîşê yên Îsraîlê yên li ser herêmê ne. Niha jî dewleta Tirk çawa piştgiriya DAÎŞ’ê dike, wisa piştgiriyê dide HTŞ’ê jî. Nêzîkatiyeke wan a wisa mutedîl û demokratîk tune ye. Ger were bîra we fermandarê DAÎŞ’ê li Idlîbê hate kuştin. Em dikarin bibêjin ku di nava HTŞ’ê de bû. Têkiliya wî bi dewleta Tirk re hebû. Divê ev yek jî wisa were dîtin. Hê ne diyar e. Sûriye wê mehkûmî HTŞ’ê bibe. HTŞ jî DAÎŞ e, cîhadîst e. Her wiha ew ne ew hêz in ku ewlehiya Îsraîlê dabîn bikin. Girêdayî dabînkirina ewlehiya Îsraîlê bi vî rengî berê xwe dabe rejîma Sûriyeyê û rejîm were hilweşandin nayê wê wateyê ku wê HTŞ ewlehiya Îsraîlê pêk bîne. A niha ne diyar e ku wê çi biqewime. 

Dewleta Tirk li pişt êrişan e

Li pişt van êrîş û geşedanên trajîk ên bi vî rengî yên li Sûriyeyê dewleta Tirkiye heye, AKP heye, Erdogan heye. Erdogan teşwîq kir. Ji ber ku fikirî ku tavilê dewleta Sûriyeyê hilweşe ku Kurd sûd jê negirin. Esasa polîtîkayên dewleta Tirk dijminatiya Kurd e, esasa polîtîkaya wî ya Sûriye dijminatiya Kurd e û li ser vê esasî dikare li ser bingeha dijminatiya Kurd bi her kesî re li hev bike. Gelê Kurd li Sûriyeyê, li Rojava bi tecrûbeya bi salan dizane ku dewleta Tirk dixwaze rêveberiya taybet a Sûriyeyê ji holê rake. Heta em difikirin ku gihiştine vê hişmendiyê; bêyî ku li dijî dewleta Tirk li ber xwe nedin û têkoşîn nekin, nikarin xweserî û azadiya xwe biparêzin. Nikarin rêveberiya xwe ya xweser biparêzin. 

Parastina Rojava erka exlaqî ye

Piştgiriya Rojava pêwîstiya berpirsyariyeke dîrokî ye. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de piştgiriya hemû parçeyan çêbû. Li Bakur her tim herikîn ji bo Kobanê. Hemû cîhan piştgirî da. Çalakiyên 6-7-8’ê Cotmehê di têkçûna DAÎŞ’ê de roleke mezin lîstin. Di berxwedanê de motîvasyoneke mezin afirand. Li Başûr bi sedan ciwan bi lez beziyan Kobanê.Hêzên siyasî yên li Başûr piştgirî dan Berxwedana Rojava. Gelê me yê cîhanê piştgirî da. Divê di vê pêvajoyê de jî ev piştgirî bê dayîn. Talûke ne kêmî DAÎŞ’ê ye. Li tevahî cîhanê, li welatên cuda divê gel rabin ser piyan. Ev parastin parastina tevahiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiyeke ji rêzê neyê nîşandan. Lê divê hêzên navneteweyî û hêzên demokratîk jî li hemberî êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin. Ev gel DAÎŞ’ê têk bir. Bi deh hezaran şehîd da, birîndar da. DAÎŞ li her derê, li Elmanya, li Fransa, li Belçîka, li her derê mirovan qetil dikir. Qirika mirovan jê dikir. Ev gel xwe li hemberî hêzekî wiha dijminê mirovahiyê feda kir. Ger wîjdana mirovan hebe, deyndarê vî gelî ye. Li dijî vê rewşê helbet divê her kes li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya xwe ya wîjdanî, exlaqî û siyasî bi cih bîne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.