Operasyon bi serketî didome
Duşem 5 Sibat 2024 - 00:45
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 27’ê Çileyê, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê dabû destpêkirin. Operasyona ku bi armanca jiholê rakirina şaneyên DAIŞ’ê û têkbirina fikrên wan ên tundrew hatiye destpêkirin, di roja 8’an de berdewam dike. Di operasyonê de heta niha gelek çete û kesên alîkariya wan dikin hatine girtin, hejmarek çek, cebilxane û alavên tundiyê hatine desteserkirin. Di nava 8 rojan de ev encam hatin bidestxistin.
27-28’Ê ÇILE
*Operasyon bi lêgerîn û paqijkirina beşa ’Muhacîrat’ a kampê ku zarok û jinên DAIŞ’î yên ji zêdetirî 50 welatan lê dimînin, dest pê kir.
*Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çadirekê de gelek mayînên di tûrbeyên ard e hatibûn veşartin, desteser kirin.
*Jinên DAIŞ’î yên li beşa ’Muhacîrat’ dimînin, êrişî rojnamevan û tîmên nûkirina qeydên niştecihên kampê kirin. Hewl dan nuqteyan bişewitînin.
*Xendekek û cihên ku çeteyan xwe lê vedişart hatin dîtin. DAIŞ’iyekî ku cilên jinan li xwe kiribûn hat girtin.
*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa ’Muhacîrat’ berdewam kirin.
*Amûrên leşkerî û yên kolandina xendekan hatin desteserkirin.
*Tuneleke ku du çeteyan xwe tê de vedişartibûn hat dîtin.
*21 kesên derbarê wan de biryara lêgerînê hebû hatin girtin û 4 mayîn hatin desteserkirin.
*Lêgerîna li beşa ’Muhacîrat’ ji sedî 80 bi dawî bû.
29-30-31’Ê ÇILE
*Cihên ku şaneyên DAIŞ’ê xwe lê vedişartin hatin dîtin.
*Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şopandina rêveçûna operasyonê serdana kampa Holê kir.
*8 kesên lêgerîna wan hebûn hatin girtin.
*Bombeyeke destan, şûr û hinek amûrên leşkerî hatin desteserkirin.
*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa ’Muhacîrat’ bi dawî bûn.
*2 kemerên teqemenî, 2 kalaşînkov, 10 şarjorên kalaşînkovan, 3 bombeyên destan û 9 derziyên hişbirê yên tramadol hatin desteserkirin.
1-2-3’ê SIBATÊ
*3 çete hatin girtin û miqdareke çek hat desteserkirin.
*Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li beşa 5’an a kampê dewam kirin.
*Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, 4 endamên hêzên beşdarî operasyonê dibûn şehîd bûn.
*Lêgerîn û paqijkirin li beşên 4 û 7 ên kampê dest pê kirin.
*5 kesên lêgerîna wan hebûn hatin girtin.
*Hêzên operasyonê ketin beşa duyemîn a kampê.
*3 bombeyên destan, cebilxane, kalaşînkovek, guleyên doçka û BKC hatin desteserkirin.
*Ji bo şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.
*Serçeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Ebdulhemîd hat girtin. Ev serçete ji belavkirina fikra tundraw a di nava zarokên kampê de berpirsyar bû û têkiliyên wî bi serçeteyên li derve re hebûn.
Di roja 9’an de operasyon bi lêgerîn û nûkirina sicilên niştecihên kampê didome. Doh jî di beşa yekemîn a kampê ku 2 hezar malbatên Iraqî lê dimînin, xebatên lêgerînê hatin kirin. Di encamê de, 6 çekên kalaşînkov û guleyên wan, di kortekê de hatibûn veşartin, hatin desteser kirin.