Odeya Bijîşkan: Beşa tedawiyê ya şewatê nîne

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:28

Odeya Bijîşkan a Mêrdînê têkilî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan raporek amade kir. Di raporê de hate gotin ji ber ku mudaheleya hewayî nehatiye kirin gelek kes mirine û her wiha diyar kir li herêmê nebûna beşa tedawiyê ya şewatê jî bûye sedema mirinan.

Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora xwe ya têkildarî şewatê eşkere kir ku di 20’ê hezîranê de li gundên di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û Çinar a Amedê de derketibû û 15 kesan jyana xwe ji dest dabûn. Odeya Bijîşkan got ku ji saetên ewil ên şewatê re çûne herêmê û tespît, hêma û pêşniyarên xwe bi 9 xalan rêz kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di şewatê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, 74 kes birîndar bûne, zêdetirî hezar û 500 pez miriye û nêzî 50 hezar donimên zeviyan ji şewatê bibandor bûne.

Ji hewayî mudahele nehat kirin

Bi domdarî hat gotin ku şewat bi şev derketiye û xwegihandina hinek jîngehan zehmet bû lewma mudaxileya ji bejahî ve kêm ma ye. Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin: “Ji hewayî ve mudaxile nehat kirin lewma windahî zêdetir bûn. Li ser bangawaziyê, xebatkarên tenduristiyê bersiv dan û hejmareke têrker a xebatkarên tenduristiyê mudaxileyî bûyerê kirin.’’

Beşa tedawiya şewatê nîne

Bi domdarî hate gotin,’’Ji ber ku li bajarê me beşa tedawîkirina şewitînan nîne lewma gelek birîndar sewqî nexweşxaneyên bajarên derdorê hatin kirin. Ji ber ku beşa tedawiya şewitînan nîne, ev yek rê li ber mirinan vedike.”

Divê berpirs bêne tespîtkirin

Odeya Bijîşkan a Mêrdînê bi domdarî got,’’Di bûyerên wiha travmatîk de heke berpirsyar hebin divê bên tespîtkirin, pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin, pêvajoyeke adilane û zelal were meşandin. Ji ber ku tesîskirina hesta edaletê bandoreke erênî li ser başbûna mirovan dike. Di heman demê de pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û vegera li xebata rojane, ji bo derbaskirina vê travmayê pir girîng e. Ji bo mexdûriyeta çêbûyî ji holê rabe, divê tavilê maseya krîzê were avakirin û herêm weke herêma karesatê bê ragihandin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.