Rojnameger hedef girtin

În 27 Kanûn 2024 - 02:40

Jinên tevli çalakiya nobeta sînor a li Qamişloyê bûn der barê qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan yên 19’ê Kanûnê de li navbera riya Bendava Tişrîn û bajaroka Sirîn bi SÎHA’yê hatin qetilkirin de axivîn. Jinan gotin:"Bila ev şer bidawî be. Rojnameger hedef girtin. Em naxwazin kes bê qetilkirin."

Polîtîkayên înkar û îmhayê yên desthilatdariyê yên li hember Kurdan roj bi roj giran digirin. Ligel êrişên li hember ziman, çand û nasnameya gelê Kurd, ji bo dengê gel bê birîn jî desthilatdarî çi ji destê wan tên dikin. Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di encama êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Bi armanca protestokirina êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 13’yê Kanûnê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo çalakiya nobetê hat destpêkirin. Jinên tevli çalakiyê bûn der barê êrişên li hember çapemeniya azad axivîn.

Rojnamegeran rastî nîşan didan

Emîne Ozen da zanîn ku ew qetilkirina rojnamegeran şermezar dikin û got rojnameger rastiyê nîşan didin. Emîne Ozen got ji bo êrîşên li hember Rojava bidawî bin di çalakiyê de, ji bo aştiyê tevli çalakiyê bûne banga piştgiriya Rojava li welatên Ewropayê kirin.

Em ê têbikoşin

Zuhriye Kayika jî got êrişa li rojnamegeran zilm e û wiha vegot: “Ew ê nikaribin me biqedînin. Em ji bo rojnamegerên şehîd jî gelek xemgîn in. Ew qet ji hişê me dernakevin. Jixwe me bi şev û roj li rastiya wan guhdarî dikir. Em ê têbikoşin, em ê li pişt rojnamegerên xwe û Rojava bin. Em li dijî zilmê ne. Em çiqas bên kuştin jî em dev ji gotina aştiyê bernadin.”

Rojnameger hedef girtin

Hacer Avşîn jî daxuyakirin ku ew ji bo Rojava di çalakiyê de ne û dixwazin edelet pêk bê. Hacer Avşîn wiha got: “Li ku derê kesek bimre kezeba me dişewite. Bila ev zilm bidawî be. Bila ev şer bidawî be. Rojnameger hedef girtin. Em naxwazin kes bê qetilkirin.”

Em ê li cem gelê xwe bin 

Fatma Engel jî diyar kir ku ev 13 roj in di çalakiya nobetê de ne û wiha got: “Çawa rojnamegerên me dikujin? Ji bo kiryarên xwe veşêrin rojnameger qetil kirin. Em mirinê naxwazin, lê dewlet mirinê dixwaze û bi me re aşitiyê nake. Tehemula wan ji kurdan re tune. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li cem gelê xwe bin. Heta ku zextên li ser gel bi dawî bibin em ê li vir bin.” 

JINNEWS/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.