Parastina Rojava berpirsiyariya me ye
Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:15
- Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos da zanîn di demekê de ku avakirina Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, divê hêzên navneteweyî Rojava ti carî bi tenê nehêle û got:”Xwedîderketina li Rojava wezîfeya exlaqî û berpirsyariya me hemûyan e."
Modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo paşeroja Sûriyeya demokratîk a bê avakirin gelekî girîng tê dîtin, ji aliyê siyasetmedarên Ewropî ve ji nêz ve tê şopandin û piştgirî jê re tê kirin. Beriya niha bi demeke kurt heyetek ji Ewropayê ku siyasetmedar, parlamenter û rêveberên xwecihî di nav de bûn serdana herêma Rêveberiya Xweser kir û hin hevdîtin kir.
Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê û yek ji parêzvanên mafên mirovan ên naskirî yên li Fransayê Geneviève Garrigos jî endamek heyetê bû. Geneviève Garrigos çavdêriyên xwe yên li ser herêmê û girîngiya modela Rojava ya ji bo paşeroja Sûriyeyê nirxandin kir.
Guhertina rejîmê aştî neanî
Geneviève Garrigos anî ziman ku di dema serdana heyetê de wan hevdîtin bi Hevserokên Rêveberiya Xweser, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, rayedarên YPJ û YPG'ê û Hevşaredarên Kobanê jî di nav de bi gelek kesan re hevdîtin kir û li ser çavdêriyên xwe got, "Derfetê me çêbû ku me seranserê herêma Rojava ji Dîcle heta bi Firatê bigerin. Em çûn Qamişlo, Hesekê, Reqa û bêguman Kobanê. Her çiqas tê gotin, bi guhertina rejîma li Şamê re dibe ku aştî hatibe, rewş bi vî rengî nîne. Êrîşên dewleta Tirk -çi bi bombardûmanê çi jî bi destê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) a ji bejahî ve- timî gefek e. Rewşa mirovên di sala 2018'an de neçar man Efrînê biterikînin û piştre jî neçar man ji Şehbayê biçin, vê rastiyê radixe pêş çavan. Me ev mirovên ku ji cih û warê xwe bûne li Reqayê jî dît."
Divê modela Rojava li ber çavan bê girtin
Geneviève Garrigos destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîş û gefxwarinan jî hewl dide modela konfederalîzma demokratîk biparêze û bixe meriyetê û got, "Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve li hemberî gefên li ser herêmê şer dike, li laiyê din jî hewl dide sîstema konfederal a demokratîk ku jin navenda wê ye bixe meriyetê û wê biparêze. Rêveberiya Xweser bi sîstema demokratîk a li herêma xwe ava kiriye ji bo paşeroja Sûriyeyê peyameke xurt dide desthilatdariya li Şamê. Hikumeta nû ya li Şamê divê Rojava û modela wê li ber çavan bigire."
Parastina Rojava berpirsiyariya me ye
Geneviève Garrigos got, "Di serdana Rojava de yek ji tiştên ku herî zêde bandor li me kir têkoşîn û berdêla li dijî DAÎŞ'ê bû. Me serdana Kampa El Holê kir; bi hezaran endam û malbatên DAÎŞ'î lê têne ragirtin. Me hilweşîna li Reqayê dît. Cihên ku demekê weke 'qada dojehê' dihatin bîranîn îro ji nû ve têne avakirin. Fedakariya ku me li şehîdgehên li Kobanê dît, yek ji berdêlên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye; ji me re mezinahiya berxwedana li dijî DAÎŞ'ê nîşan dide. Yanî di demekê de ku avakirina Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, divê hêzên navneteweyî Rojava ti carî bi tenê nehêle. Parastin û xwedî derketina li Rojava wezîfeya exlaqî û berpirsyariya me hemûyan e."
ANF/SERKAN DEMÎREL/CENEVRE