Li Mêrdînê tevgera qirkirina siyasî

Şemî 8 Sibat 2025 - 03:35

Li gelek navçeyên Mêrdînê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan û gelek kes binçav kirin. Polêsan li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de deriyên malan hatin şikandin. Di serdegirtinan de Hevseroka DBP a Nisêbînê ya berê Ziynet Algan û Mîthat Yilmaz û Lokman Aslan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Herwiha nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger li Taxa Îpekê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Di saetên serê sibehê de polîsên tîmên taybet bi ser malê de girtin û deriyên malê şikandin. Oznûr Deger dema ji malê dihat derxistin hate derbkirin, destên wê ji pişt ve hatin kelemçekirin û li wesayîta polîsan siwar kirin. Piştî lêgerîna li malê, polîsan dest danîn ser amûrên teknîkî yên rojnamevan Oznûr Deger. Oznûr Deger, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Parêzerê Oznûr Degerê bi miwekîla xwe re hevdîtin kir û tê payîn ku îfadeya wê were girtin. Hat zanîn ku Oznûr Deger, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Hat zanîn ku nûçeyên rojnameger Oznûr Degerê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî û parvekirinên wê yên têkildarî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, hatin pirsîn.  

Rojnameger Oznûr li dijî derbkirinê mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anî û girtek îmze nekir. Hat zanîn ku Oznûr Deger birine edliyeyê.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.