Bernameya meha Sibatê ya Şaneşîn Performansê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 00:22

Şaneşîn Performansê bernameya xwe ya meha Sibatê eşkere kir. 

Şaneşîn Performans li Mêrdînê kar û barê xwe dike. Bernameya çandî ya meha reşemî ya Şaneşînê bi lîstika "Sera Pîra" wê dest pê dike. Lîstika wan "Sera Pîra" di çarçoveya tûrneyê de 7'ê mehê li Rihayê tê lîstin. Wan bername bi vê daye dest pê dikin. Heman lîstik 15 û 27'ê mehê li Şaneşîn Performansê dê derkeve pêşberî şanohezan.

Salih Yillizoz bi stand-upa xwe "Du ziman" 9'ê mehê li ser dika Şaneşînê ye. Di nav bernameya Şaneşînê de ji bilî van, sê konser hene. Ji van Kevî 8'ê mehê, Sevda Akturk 23'yê mehê û Amed Ensemble jî 28'ê mehê wê li Şaneşîn Performansê konserê bidin.
Hemû çalakî saet 19.30 de dest pê dikin.

NAVEND NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.