Bi xayînî hatin şehîd kirin
Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:15
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Guherzê şehîd bûn. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehadeta gerîla bi vî rengî ye:"Me di daxuyaniya xwe ya 22’ê Sibata 2025’an de ragihandibû ku 3 hevrêyên me li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di encama kemîneke xayînane de şehîd bûne. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran 20’ê Sibatê dema li ser erka xwe bûn, di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de birîndar bûn. Hevrêyên me yên ku xwestin di 21’ê Sibatê de cihê xwe biguherin, bersiv dan êrîşa nemerdana ya li nêzî gundê Guherzê û tevî birîndarbûna xwe jî şer kirin. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran ên ku mînakên bijarte yên kevneşopiya berxwedanê ne, bêdudilî çekên xwe girtin û tevî birîndarbûna xwe jî bi guleyan bersiv dan kemînvegirên xayîn. Hevrêyekî me yê ku bi giranî birîndar bû, bombeya xwe di xwe de teqand û şehîd bû. Hevrêyên me Xebat, Egîd û Goran ên ku heta kêliya dawî xeta berxwedanê û ruhê milîtanî ya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di lûtqeyê de temsîl kirin, di vê bûyerê de şehîd bûn. Em soza xwe nû dikin ku em ê bêdudilî heta serketinê li ser şopa şehîdên xwe yên ku bi fedayiyane dan şopa fermandarên me yên nemir Egîd û Zîlanan û bi têkoşîna xwe de bûn tirsa dilê dijmin, bimeşin. Em milîtanên fedayî hevrê Xebat, Egîdî û Goran bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin
Hevrêyê me Xebat li Sêrtê di nava malbatekî welatparêz û dilsozê nirxên çandî de jidayîk bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe li gorî cewhera xwe mezin bû. Di sala 2015’an de ji Botanê tevlî refên gerîla bû. Bi zanebûna ku dilsoziya bi şehîdan re bi mezinkirina têkoşîna wan pêkan dibe, kete nava lêhûrbûna fedayîbûnê. Hevrêyê me Xebat ê ku li ser vê bingehê di sala 2018’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me yê ku tevî di pêvajoya şer a heyî de gelek caran birîndar bû, dev ji biryardariya xwe berneda û dema ji qada şer dûr ket jî israr kir ku dîsa here qada şer lê heye. Rastiya dijwar a şer hem jiyanê û hem jî hevrêyan pir bi nirx dikir. Hevrêyê me Xebat jî li gorî van nirxan jiyan kir.
Hevrêyê me Egîd li bajarê Kamyaranê jidayîk bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û bi hişmendiya Kurdîtiya kûr şêwe girtiye, di temenekî biçûk de Partiya me nas kir. Di sala 2016’an de berê xwe da refên gerîla. Di sala 2022’an de derbasî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me ku gerîlatiya serdemekî ku artêşa Tirk a dagirker têkçûyînekî mezin jiya û milîtanên Apoyî yê fedayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin kir, li gorî zanebûna mîsyona xwe ya dîrokî tevgeriya. Hevrêyê me Egîd ku bi tevlîbûna xwe ya bi moral rolekî girîng di mezinkirina berxwedanê de girt, cihê xwe di gelek çalakiyên serketî û pêngavên şoreşgerî de girt. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, tevlîbûna xwe ya bi îdia, israra xwe ya di taktîkên demê de û bi tarzê jiyana xwe ya fedayî hewl da bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêyê me Goran li nava malbatekî ji êşîra Şemer a qedîm ji bajarê Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê jidayîk bû. Di sala 2017’an de tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Goran li dijî êrîşên dijmin cihê xwe hem di tunelan de hem jî çalakiyên afirîner ên li araziyan de girt û di pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû de ked da. 21'ê Sibata 2025'an ku li nêzî gundê Guherzê yê Amediyê di kemîneke xayin de şehîd bû, meşa xwe ya şoreşê bê navber û bi serketinên bêhempa temam kir. Şehîdxistina hevrêyê me Goran a bi rengekî nemerdane, hêrsa me hîn mezin kir. Em soza didin ku vê hêrsê bikin hinceta mezinkirina têkoşînê û xwîna pîroz a şehîdên xwe ti carî li erdê nehêlin."
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Xebat Bawer (Yilmaz Erdemcî), li Sêrtê jidayîk bûye, 21’ê Sibata 2025’an li Guherzê şehîd bû.
Egîd Botan (Armîn Kuwîk), li Kamyaran jidayîk bûye, 21’ê Sibata 2025’an li Guherzê şehîd bû.
Goran Dêrsim (Hemed Hasan Nuweydîs), li Til Koçer jidayîk bûye, 21’ê Sibata 2025’an li Guherzê şehîd bû.
BEHDÎNAN