Xewna me pêk hat
Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:40
Nobedarên Tişrînê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got:"Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêk hat." Mihemed Bozan ê ji pêkhateya Ermen a bajarê Kobanê got:"Ez gelek caran tev li çalakiyên nobedariyê yên li bendavê bûme û ez ê heta xeteriya li ser bendavê bi dawî dibe berxwedanê bidomînim. Bi salane em li benda roja ku yekitiya Kurdî pêk were bûn û îro jî xewna me pêk hat. Divê gelê Kurd ji bo parastina doza xwe û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe yek."
Koçberê ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî Nîhad Xelîl got:"Em îro kêfxweş in. Em bi dilgerî li benda vê yekitiyê bûn. Gelê Kurd di salên borî de êş û zulm kişand û berdêla vê yekitiyê da û piştî berdewariyeke dirêj ev xewn pêk hat. Em îro li Bendava Tişrînê, li Bendava Şehîdan, Bendava Berxwedanê ne ku êdî di dîroka doza Kurd de bûye werçerxek. Berxwedana Kobanê û berxwedana Bendava Tişrînê ji bo yekitiya Kurdî bûne jêder. Ez wek kurdekî, kêfxweş û şad im. Ev konferans bi saya fedakariyên şehîdan û berxwedana gelê Kurd pêk hat. Têkoşîn û banga Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo yekitiya Kurdan hiştin ev konferans li dar bikeve. Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê gavên destpêkê yên yekitiya Kurdan û têkoşînê ji bo wî bin."
Şêx Mustefa Daban ê ji Kobanê û li Bendava Tişrînê ye got:"Bendava Tişrînê ya tevahî gelan e. Berxwedana van gelan îro bi yekrêzî û yekhelwesta Kurdî tacîrdar dibe. Em li bendê ne ku gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek."
ANHA/BENDAVA TIŞRÎNÊ