Li Çiyayê Bagokê şerê giran
Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:45
Li bejahiya çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji 6'ê Mijdarê û vir ve liv û tevgera leşekrî dewam dike. Şivanên li ber pezê xwe bi gefa leşkeran ji herêmê hatin derxistin. Hate ragihandin ku herêm ji bo 4 rojan li şivanan hatiye qedexekirin.
Li gorî agahiyan li herêma Barajînê şer û bombardûmaneke giran heye. Hate ragihandin ku li bejahiya çiyayê Bagokê leşker li qada ku gorên şehîdên PKK'ê lê ne bi cih bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN