Di operasyonên QSD'ê de 11 çete hatin girtin
În 5 Kanûn 2025 - 03:27

QSD'ê di meha Mijdarê de 5 operasyon pêk anîn. Di encamê de 7 çete û 4 serçete hatin girtin û gelek çek, cebilxane û teqemenî hatin desteserkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê didomînin. Hêzan di meha Mijdara borî de 5 operasyonên ewlekariyê pêk anîn. Di encamê de çete û serçeteyên DAIŞ'ê ku di heman mehê de 22 êriş li dijî herêmê pêk anîbûn, hatin girtin.
Di 1'ê Mijdarê de QSD'ê operasyonek li bajarokê Til El Semin ê bakurê kantona Reqayê pêk anî û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ'ê, ji wan 3 serçete bûn ku li dijî xalên ewlekariyê û saziyên sivîl êriş pêk anîbûn, hatin girtin.
Di 6'ê Mijdarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonek li bakurê kantona Dêrazorê pêk anî û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.
Di 8'ê Mijdarê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û QSD'ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlekariyê di hundirê kampa Holê de pêk anî. Di encamê de serçeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Beha Mesîrî (Ebî Ebdurehman) ê ji Iraqê, hat girtin.
Di 19'ê Mijdarê de QSD'ê li gundê Xanim El Elî yê rojhilatê kantona Reqayê 2 balafirên bêmirov ên çeteyên DAIŞ'ê ku ji xalên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derketibûn, anîn xwarê.
Di 20'ê Mijdarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê ku ji 2 çeteyan pêk dihat, ji hev xist. Hêzan mikurhatina her du çeteyan belav kirin ku dibêjin ew ji aliyê kesekî li Şamê ve hatin erkdarkirin û desteka lojîstîk û madî ji serçeteyekî li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî distandin da ku êrişan li dijî hêzên leşkerî û ewlekariyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin.
Di encama operasyonên meha Mijdarê de 11 çete hatin girtin, ji wan 4 serçete bûn.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN















