79 çete hatin girtin
Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:20

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di Cotmehê de 6 operasyon li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin. Di encamê de 2 jê serçete, 79 çete hatin girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê dewam dikin, di meha Cotmehê de 6 operasyon li dar xistin, di encamê de 79 çete hatin girtin.
Bi giştî di meha Cotmehê de 6 operasyon hatin lidarxistin. Di encamê de 2 jê serçete 79 çete hatin girtin.
Ji destpêka îsal ve 76 operasyon ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin lidarxistin. Li gorî daxuyaniyan, di van operasyonan de 2 serçete di nav de 7 çete hatin kuştin, her wiha 5 serçete di nav de, 175 çete hatin girtin.
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN















