Belgeya Konferansa Yekrêziya Kurdî
Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:50
- Belgeya "Nêrîna Siyasî ya Hevbeş" ku di konferansa "Yekrêzî û Yekhelwêsta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" de li Qamişlo hate erêkirin, doza yekrêziya Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de dike.
Konferansa "Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" duh li bajarê Qamişlo bi dawî bû. Aliyên Kurd belgeya "Nêrîna Siyasî ya Hevbeş" erê kirin. Naveroka Belgeya Nêrîna Siyasî ya Hevbeş wiha ye:
Di warê niştimanî yê Sûriyeyê de
* Sûriyeyê dewleteke pir etnîkî, pirçandî, pir olî û pir mezhebî ye. Destûra wê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî, Çerkez, Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyanan li ser regezên serdestûrî, diparêze.
* Dewlet pabendî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û regeza hemelatîbûna wekhev e.
* Sîstema Rêvebirinê li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre Meclisên herêman.
* Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.
* Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeê nîşan bide.
* Dewletê li beramber ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.
* Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.
* Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.
* Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.
* Dabeşkirinên gerînedeyî (Idarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.
* Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.
* Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darzê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spiî/Til Ebyed û Efrîn bi ewle vegerin malên xwe.
* Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.
* Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê heye.
* Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan were ragihanin.
Di warê neteweyî yê Kurd
* Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.
* Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
* Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ'ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.
* Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.
* Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.
* Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.
* Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.
* 21'ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12'ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.
* Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.
* Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962'an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.
* Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.
NAVENDA NÛÇEYAN