Ocalan şexsiyetekî diyarker e

Pêncşem 11 Kanûn 2025 - 03:45

Endamê Baroya Gipuzkoa ya Herêma Xweser a Baskê ya Spanyayê û şêwirmendê çareseriya şer Parêzer Urko Aiartza Azurtza, bal kişand ser girîngiya verastkirinên qanûnî yên di pêvajoyên muzakereyan ên piştî şer de. Azurtza ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku di muzakereyên piştî şer de yek ji mijarên girîng ew e ku lihevkirin bibin xwedî statûyeke qanûnî û got:"Heger wisa nebe, pêkanîna van lihevkirinan bi rastî ne hêsan e. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku di vê pêvajoya aştiyê de, pir girîng e ku her tiştê li ser hatiye lihevkirin di qanûnê de bê bicihkirin an jî ji ber van lihevkirinan çarçoveya qanûnî were guhertin an jî qanûnên pêwîst werin pêşxistin. Ev yek li Kolombiya, Îrlanda, Afrîkaya Başûr û li hin eyaletên Şerîaya Rojava jî pêk tê."

Divê li qadê baweriyê zêde bikin 

Azurtza bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakê ya di muzakereyên aşitiyê de û got:"Ev pir normal e ku civak ji ber hewldanên têkçûyî yên berê bi nebaweriyê nêzî pêvajoyên aştiyê û danûstandinan bibe. Di vê qonaxê de, ger were ravekirin ku pêvajoya aştiyê tiştekî nû aniye û gavên ji bo avakirina baweriyê werin avêtin da ku vê yekê ji raya giştî re nîşan bidin, bêbaweriya civakî dikare were çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê rastiyên li ser erdê hebin ku nîşan didin ku pêvajoya aştiyê pêşve diçe. Mînak, dema ku gelên Kurd û Tirk şahidiya pêvajoya bêçekkirina PKK'ê ya li Herêma Kurdistanê kirin, ku rastiyek bû, ev bûyer bi îxtîmaleke mezin di warê pêşveçûna pêvajoyê de baweriya civakê pir zêde kir."

Ew ji xwe entegreyî civakê ne 

Azurtza bal kişand ser girîngiya entegrasyona şervanên ku piştî pêvajoyê çekan datînin û got:"Entegrasyona şervanan a li gel civakê li gorî rewşê diguhere. Pirî caran şervan gelek baş tevlî civakê dibin. Ji ber vê yekê çarçoveyeke qanûnî pêwîst e ku pêşiya vê yekê vebike. Helbet piştre, ji bo ku ev şervan vegerin nav civakê û xwe bi pêş bixin, wê hin hewcedariyên wan ên perwerde û lihevkirinê jî çêbibin. Lê ez nafikirim ku di mijara ji nû ve tevlîbûna şervanan a li nava civakê de pirsgirêkek mezin hebe. Lewra ew ji destpêkê ve bi civakê re entegre ne. Ji ber vê yekê ya girîng ew e ku çarçoveyeke qanûnî hebe da ku bikaribin vegerin civakên xwe, gundên xwe û bajarên xwe. Herwiha carinan, ji ber ku demeke dirêj li çiyayan an daristanan, li gelek cihan mane, dibe ku ji bo entegrasyona xwe ya aborî hewcedariya wan bi piştgiriyê hebe. Lê ji bilî vê, ji aliyê civakî ve pir zehmetî rû nade."

Divê tevger jî xwe birêxistin bike 

Azurtza anî ziman ku şiyan û hêza Abdullah Ocalan heye ku Tevgera Kurd ber bi senaryoyeke nû ya aştî û demokrasiyê ve bibe û got:"Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetek diyarker e û ji bo rola xwe bilîze pêşiya wî bê vekirin, nexwe wê bandorek neyînî çêbike. Bangên ji bo fesixkirin û bêçekkirina PKK'ê aşkera ne. Ji ber vê yekê divê merc guncaw bin da ku Ocalan pêvajoyê bidomîne û vê pêvajoyê bi pêş ve bibe û helbet destûr were dayîn ku tevger jî bi rêyên demokratîk û aştiyane ji nû ve xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê, ji bo ew di vê rêyê de pêşve biçin, her tiştê ku ji aliyê qanûnî ve pêkan e, divê were kirin."

MA/UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.