Ocalan bi pirtûkên xwe li Tebqayê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Gulan 2023 - 00:43

Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê, di çarçoveya hemleya “Jin jiyan azadî, em dê azadiyê bi dest bixin” de ya ji bo piştgiriya serhildana jinan li Îranê û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, pêşangeha wêne û pirtûkan li dar xist.

Pêşangeh li parka Navenda Çand û Huner a Tebqayê, bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, tevgerên ciwanan, nivîsgeh û komîteyên jinan li dar ket.

Endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Aya Silêman destpêkê axivî û got, “Şoreşa jinan, şoreşa azadiyl, exlaq, bedewî û rûmetê ye.”

Aya Silêman got, wan çalakiya xwe kiriye ji bo piştgiriya serhildana jinan li Îranê bikin û ji bo ku dengê xwe ragihînin cîhanê, bibêjin, hemleya wan a belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Aya Silêman, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bawer dike ku jin dikare civakê bi rê ve be bibe ji ber wê, divê jin, zanebûn û serhildana li hemberî zilmê û koletiyê belav bike.

Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran li nava pêşangehê geriyan.

Hemleya “Jin jiyan azadî, em dê azadiyê bi dest bixin” ji bo piştgiriya serhildana jinan a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, dewam dike.

ANHA/TEBQA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.