Nûrî Malikî ji bo koalîsyonê çû Hewlêrê

Çarşem 22 Kanûn 2021 - 22:33

  • Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa, Nurî Malikî bi şandeke ji şêwirmendên Şîeyan re serdana Hewlêrê bike. 

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa, Nurî Malikî bi şandeke ji şêwirmendên Şîeyan re serdana Hewlêrê bike. Malikî wê bi PDK û YNK’ê re ji bo avakirina hevpeymaneke mezin a li parlamenê civiya.

Piştî 10’ê Cotmehê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê pêkhatin û encam hatin eşkerekirin, aliyên siyasî ji bo avakirina koalîsyonan ketine nava liv û tevgerê. Ji wê rojê ve li Iraqê hikumeta nû nehatiye avakirin. Bi taybetî aliyên Şîe ên nêzî Îranê, dixwazin di parlamenê de hevpeymana herî mezin ava bikin û Hikûmeta nû ya Iraqê ava bikin.

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî bi şandeke ji şêwirmendên Şîeyan re serdana Hewlêrê kir. Di serî de şande li gel Serokê Giştî yê PDK´ê Mesûd Barzanî civiya û piştre li gel heyeta YNK’ê civiya.

Nûrî Malikî îro bi şandeke ji şêwirmendên Şîeyan re serdana Hewlêrê kir. Şandeyê di serî de bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Tê gotin, di hevdîtinê de pêkhatina hevpeymaneke ji bo pêkanîna kabîneya 9’an a hikûmeta Iraqê guftûgo kirine.

Piştî civîna li gel Mesûd Barzanî şande li Hewlêrê çû serdana Polîtburoya YNK´ê û Şandeya YNK’ê bi serokatiya Qubat Talebanî ew pêşwazî kir. Gava nûçeya me dihat amadekirin civînê dewam dikir. 

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.