Rewşa tenduristiyê ya hunermend Nûdem Durakê giran bûye. Nûdemê sala 2015’an ji ber ku stranên Kurdî digot girtin. Dewleta Tirk a faşîst 19 sal cezayê girtîgehê lê birî!
Xwişka Nûdemê Aynur Ozer ku li Şirnexê dijî ji bo rewşa dawî ya Nûdemê got; “Nûdem niha di girtîgeha Erzinganê de ye. Hestiyên xwişka min dihelin. Her wiha bi nexweşiya Graves a bi jehrî re jî ketiye. Tedawiyek rast tune. Divê Nûdem bi rêk û pêk bê dermankirin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku ew azad bibe. Em naxwazin Nûdem dengê xwe winda bike. Nûdemê ji me re wiha got: ‘Ez nebaş im û ez nikarim xwe têr derman bikim. Nefesa min kêm dibe.’”
Aynur Ozerê anî ziman ku girtîgeh gelekî dûr e û ji ber ku zivistane ew nikarin biçin hevdîtinê. Aynur Ozer bangek hestiyar dike: “Ez bang li hunermendên Kurd û Tirk dikim. Ji bo ku Nûdem azad bibe û dîsa stranên Kurdî ji me re bêje, em li bendê ne ku piştgiriya me bikin. Me bêriya dengê wê kiriye. Divê Wezîrê Dadê destê xwe bide ser wijdana xwe û girtiyên nexweş serbest berde.”
NAVENDA NÛÇEYAN