Nobet û meşa dijî qeyûm bicoşî didome

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:45

"Meşa Rêzigirtina ji Vînê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî bi dawî bû. Di meşê de bêyî navber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Her wiha li Stenbolê jî nobeta dijî dagirkeriya qeyûm di roja 28’an de domand.

"Meşa Rêzgirtina ji Vînê re" ku DEM Partiyê ji Stenbol û Îzmîrê ber bi Colemêrgê ve li dijî desteserkirinê daye destpêkirin di roja 8'an de berdewam kir û meşa îro bi meşa meşaleyî temam bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak jî beşdarî meşê bûn.

Meşvan li Geliyê Zê ango Zapê 17 kîlomtre rê meşiyan. Ji Zap 3'yan heta Depînê meşa meşaleyî hat lidarxistin. Di meşê de coşa meşvanan hêjayî dîtinê bû û bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Welatiyên li ser rê jî piştgirî dan meşê û meşvan wê şeva xwe li Depinê derbas bikin.

Wê li Colemergê daxuyanî bidin

Meşa ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 30'yê hezîranê de hat destpêkirin di 3'yê Tîrmehê de li Wanê gihîşt hev. Ji Wanê meşa mezin ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin. Îro wê piştî 15 kîlometre rê meş temam bibe û meşvan wê di derketina Depinê de bên pêşwazîkirin. Piştre dê meşvan bimeşin navenda bajêr. Saet di 16.00’an de wê li navenda Colemêrgê daxuyaniyek girseyî bê dayîn.

Nobetê di roja 28’an de domand

Her wiha Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî desteserkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê ku dane destpêkirin, di roja 28'emîn de berdewam kir. Çalakiyê li cihê xwe yê her roj Qada Şîşxaneyê ya navçeya Beyoglûyê berdewam kir. Îro jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên li dijî qeyûm hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Gazîosmanpaşayê Kamîl Toprak axivî û got: "Em ê li dijî feraseta qeyûman li ber xwe bidin. Em ê gavek jî bi paşve neavêjin. Em ê têbikoşin."

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyubê Selahattîn Hallî jî axivî û destnîşan kir ku qeyûm neqebûlkirina vîna gelê Kurd e.

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Engîn Gulaser jî axivî û destnîşan kir ku wê gelê Kurd li dijî qeyûmên desthilatdariyê serê xwe netewîne û vîna xwe teslîmî wan nake.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.