Nobet bû berxwedana li dijî ambargoyê jî
Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:45
- Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên, şervanên PDK`ê ew şehîd kirin, hatibû lidarxistin di roja xwe ya 79`an de didome.
Şêniyên Dirbêsiyê ku dora xcwe ya nobetê li konê çalakiyê yê li deriyê Sêmalkayê dikin, dibêjin, ew ê çalakiya xwe bidomînin heta ku cenazeyên şehîdan wergirin û ew ê li hember siyasetên ferzkirina ambargoyê bi rêya girtina deriyên sînor a ku PDK`ê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, li ber xwe bidin.
Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên, şervanên PDK`ê ew şehîd kirin, hatibû lidarxistin di roja xwe ya 79`an de didome.
Doh xelkê Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nobet dewr girt. Di ber konê çalakiyê, ji rêveberên Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen got, "Armanca me ya çalakiyê ew e ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin. Li şûna wê, PDK bi girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd li hember şêniyan bersiva vê yekê da."
Ebîr Hesen bêdengiya navneteweyî û siyaseta ferzkirina ambargoyê ya PDK`ê şermezar kir û got: "Berxwedana xelkê didome. Konê çalakiyê dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan dewam bike."
Hêzên PDK`ê 16`ê Kanûnê deriyê Pêşxabûrê girtibû û piştre, 19`ê Kanûnê jî deriyê El-Welîd ê Başûrê Kurdistanê yê nêzî deriyê Siwêdiyê yê herêma Koçerat e, girt.
Çalakiya Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên wan gerîlayên şehîd e ku 28 û 29 Tebaxê hêzên PDK´ê di kemînekê de li devera Xelîfanê şehîd kiribûn.
ANHA/DÊRIK