Nêzîkî hêzên Pêşmerge dronek kete xwarê

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 00:54

Li devera li Kuştepe ya parêzgeha Hewlêrê, pêr li nêzîkî baregehên hêzên Pêşmerge droneke nenas kete xwarê.

Fermandarê Fewca 3´yan a Lîwaya 2 ya Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê Hesen Mihemed Sûr ji medya PDK’ê re got, pêr bi şev dronek li ser wan digeriya û derengî şevê ketiye xwarê.

Heman çavkaniyê got, ne diyar e ka drone a kîjan welatiyan e û li serê ti nîşane nîne.

Cihê ku dron lê ketî xwarê, li Zûrgezrawê bû û 500 metreyan ji Fewca 3 ya Pêşmergeyan dûr bû ku dikeve navbera sînorê Kuştepe û Dibiz. Ji bilî hêzên Fewca 3 ya Wezareta Pêşmergeyan, li nêzîkî vê deverê hêzên Zerevan û her wiha hêzên Iraqê jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku 7’ê Nîsanê, dronek bi çek li gundê Botiya yê parêzgeha Dihokê bêyî ku ti ziyan li canê xelkê bibe, kete xwarê.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.