Netirsin dengê xwe bikin

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:21

  • Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, Cemal Akinci hevjîna xwe Besma Akinci qetil kiribû.

MURAT MANG 

Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê, Cemal Akinci hevjîna xwe Besma Akinci qetil kiribû. Doza li ser mijarê dewam dike. Xwişka mezin a Besmayê, Suad Îsmail Xelîl, xwest cezayekî giran li qatil bê birrîn û got, "Netirsin. Dengê xwe bikin."  

Besma Akinci di berdêla 75 gram zêr de bi Cemal Akinci yê 20 salan jê mezintir re hat zewicandin.  Cemal Akinci 14 Nîsan 2020’an bi sîleha xwe ya bê ruxset hevjîna xwe qetil kiribû. Di tevahiya zewaca wan a 10 salan de Cemal Akinci şidet li Besmayê dikir. Gava Cemal Akinci yê 49 salî Besma qetil kir, ew hîna 27 salî bû û 3 zarokên wê hebûn. 

Bersûc Akinci pêşî ji ber ku zêde bi alkol bû, nehatibû girtin. Hîna nû piştî bi 5 mehan bi biryara dozgeriya Gottingenê 8’ê Îlona 2020’an hat girtin. Li gorî dozger, Cemal Akinci hewl daye qetilkirina Besmayê bişibihîne qezayê. Piştre wî telefonê xeta alîkariya hewarê kiriye û gotiye, wî bêhemd gule li hevjîna xwe xistiye. Wî îdîa kir ku bûyer nayê bîra wî. 

Ne qeza bû

Di lêpirsînê de derket holê ku Cemal Akinci bi qest hevjîna xwe qetil kiriye û bi vê jî tê gunehbarkirin. Dozê Çile dest pê kiribû. Di Kanûnê de wê rûniştinên dozê dewam bikin. 

Parêzerê malbata Besmayê, Gabriele Heinecke dibêje, ji dûriyeke 80 ta 120 santîman qatil gule bera Besnayê daye û ji jor ber bi jêr ve ev kiriye. Wê delîlên vê yekê jî nîşan dan. Ev jî îfadeya Cemal Akinci derew derdixînin. Wekî din qeydiyên deng nîşan didin ku Cemal Akinci gefan lê dixwe ku ew ê wê bişîne Iraqê. Besna jî di koma WhatsAppê ya malbatê de peyamên deng şandine ku dibêje, ew ê dev ji hevjînê xwe berde.    
  
Zarokan nadin xaltîkê

Xwişka mezin a Besmayê, Suad Îsmaîl Xelîl li Holanda dimîne. Ew dibêje, xwişka wê bi zanîn hatiye qetilkirin û bûyer ne qeza ye. Zarokên Besmayê jî nadin malbatê: “Keça wê ya mezin Nadiya îro 10 salî ye. Viyan 8 salî ye û kurê wê Rizgar 5 salî ye.

Nahêlin em zarokan bibînin. Dibêjin, ew ê zarokan nedin me. Bi qasî dizanim, zarok li cem kurê Cemal in.” 

Suad Îsmaîl Xelîl got, Cemal Akinci timî zilm li Besmayê dikir: “Cemal bi qest xwişka min qetil kir. Xwişka min li malê heps kiribû. Destûr nedida derkeve derve. Timî şerê wan bû. Xwişka min digot Cemal gefan lê dixwe. Ji xwişka min re gotiye, heger dev jê berde, ew ê wê ileh bibîne û bikuje. Gava sala 2010´an ji Şengalê hat, ew tikî tenê bû. Cemal ew tirsandibû” 

Suad Îsmaîl Xelîl dixwaze ku cezayê herî giran li Cemal Akinci were birrîn.   

Suad Îsmaîl Xelîl got Utamara destek daye wan û ji ber wê malavahiya wê kir û bag li jinan kir: “Netirsin. Bibin yek deng.

Dengê xwe bigihînin saziyên weke Utamarayê. Xwişka min hat kuştin, bila ti jina din neyê kuştin. Xwişka min bizaniya cihekî weke Utamara heye, hingê wê nehata kuştin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.