Polês li Izmîrê jinek kuşt

Nûçeyên Jin

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:08

Polêsê ku navê wî weke  A. E. O. hat kinkirin, li Izmîrê Elvîn Ozutaştan kuşt, Fehmî Kaan Berberoglû jî birîndar kir.

A.E.O. yê ku li Midûriyeta Polêsan a Konaka ser bi Izmîrê polês e, li nava kuçeyê gule li Hîndekara Dibistana Pîşeyî ya Bilind a Soma ya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê, Elvîn Ozutaştan û Fehmî Kaan Berberoglû yê pê re barandin. Ozutaştan û Berberoglû bi giranî birîndar bûn. Elvîn Ozutaştan li nexweşxaneyê paşê mir.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Berberoglû jî ne baş e.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, polêsê qatil A.E.O hîna nehatibû girtin.

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.