Polêsan li nava malê hisandiye
Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:09
Di mala endamê Meclisa Ciwanan a Mûşê ya Partiya Çep a Kesk, Marûf Çelîkel û hevalê wî Farûk Kuçukçelebî de cîhazeke guhdarîkirinê ya polîsan hat dîtin.
Çelîkel da zanîn ku ew bi rohniya pê diket û vedimirî ya li ser cîhazê hisiyane û li ser karta ji nav cihazê derketiye, navê Midûriyeta Polêsan a Giştî qeydkirî ye.
Çelîkel di dewamê de got, “Ronahiya cîhazê pê diket û vedimirî. Dema me cihê lê hatibû bicihkirin, vekir, me dît ku girêdayê ceyranê ye û pîlekê wê ya zêde jî heye.
Dema me ew pergala wan betal kir, karta Turkcellê ji navê derket. Me lê kola; di encamê de derket holê ku kart li ser navê midûriyeta polêsan e û zêdeyê du mehan e ku çalak bûye. Midûriyeta polêsan pereyê fatûreya wê dide û heqê du mehan ê kartê 2 hezar û 500 lîre hatiye. Diyar e ku rojeke ku em ne li mal bûne, hatine û bi cih kirine. Em ê giliyê wan bikin.’’
Çelîkel anî ziman ku polêsan gelek caran daye ser şopa wî û got, “Bi dehan caran didan ser şopa me. Jixwe her dem li ber deriyê me wesayîteke TEM’ê hebû. Ketin hewila ez bibim sîxur, ji min re gotin, ‘Tu biçî partiyê, tişt bê serê te, em jê ne berpirs in’. Çend caran xwestin bi darê zorê telefona min vekin.’’
MA/MÛŞ