- Hate îdîakirin ku Firdevs Babat a 17 salî li Qilebanê, piştî destavêtinê bi çeka cerdevanan hatiye kuştin.
Hate îdîakirin ku Firdevs Babat a 17 salî li Qilebanê, piştî destavêtinê bi çeka cerdevanan hatiye kuştin. Dema jina ciwan di çem de hate dîtin nîv tazî bû, ev yek jî gumana destavêtinê zêde dike.
Li navçeya Şirnexnê Qilebanê, Firdevs Babat a 17 salî 18’ê Tebaxê winda bûbû. Cenazeyê 20’ê Tebaxê di Çemê Hêzil de hat dîtin. Derket holê ku Firdevs Babat piştî hatiye qetilkirin, cenazeyê wê avêtine Çemê Hêzil. Di çarçoveya lêpirsînê de Ahmet Babat hate girtin. Faîl li dozgeriyê li xwe mikur hat ku Firdevs Babat kuştî ye.
Di lêkolîna ewil de hate tespîtkirin ku li ser laşe Firdevs Babatê şûna 5 guleyan hebûye û li ser laşe wê jî şopên derban hebûne. Hate îdiakirin ku Ahmet Babat, piştî destavêtinê, Firdevs kuştiye û bi tena serê xwe nebûye. Li gorî îdîayê Ahmet Babat çeka birayê xwe yê cerdevan R. Babat ji bo kuştina Firdevsê bi kar aniye.
Xwişka Firdevs Babatê, Bîşeng Babat, li ser bûyerê got, xwişka wê bi lêdanê hatiye kuştin û ev tişt nivîsandin:
“Bûyer wiha ye; Xwişka min bi wî kûçikî re evîndar bû. Bi gotina, ‘ez ê biçim pîrozbahiya rojbûna hevala xwe’ ji malê derket û çû cem wî kûçikî. Heta êvarî bi hev re bûn. Sedemê wê nayê zanîn, li ser mijarekê nîqaş kirine. Bi kevir yan tiştekî din li serê wê xistiye. Xwişka min ji ser hişê xwe çûye, pişt re bi çeka birayê xwe ya ku ji malê dibe, 5 guleyan berdide dikuje û diavêje çemî.”
Birayê wî yê cerdevan R. Babat jî berê ji ber destavêtina S.G. ya 16 salî hatibû girtin. Ji ber ku sercerdevan Hazim Babat û Ş. Babat nehiştin ku malbata zarokê giliyê R. Babat bike, tiştek bi wî cerdevanî nehatibû.
ŞIRNEX