Li Entabê 2 jin hatin kuştin

Nûçeyên Jin

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:12

  • Li navçeya Şehîtkamîl a ser bi Entabê, 2 jin hatin kuştin. 

Li navçeya Şehîtkamîl a ser bi Entabê, 2 jin hatin kuştin. 

Li Taxa Belkis a navçeya Şehîtkamîl pêr li meydaneke vala, cenazeyê jinekê hatibû dîtin. Ev jin bi êşkenceyê hatibû kuştin. Hate zanîn ku cenaze yê Neslîhan Kaya ya 41 salî bûye. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Kaya teslîmî malbata wê hate kirin û cenaze li Taxa Hîsar a Nûrdagiyê hate veşartin.

Heman rojê li navçeya Ogûzelî a ser bi Entabê, Hasan Mas hevjîna xwe Meral Mas a 31 salî qetil kir. Hasan Mas pêşî gule li Meral reşandin û ew birîndar kir. Meral Mas paşê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

ENTAB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.