Civaka zilam jinê red dike

Nûçeyên Jin

Pêncşem 24 Adar 2022 - 22:50

  • Rojnamevan Bêrîvan Şaho dibêje, kuştina jinê li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê bûye diyarde. Wê got rojane jin dibin qurbaniyên hişmendiya zilamsalarî û fikrê eşîrtiyê û gelek saziyên ragihandinê ji bo bê îradekirin û lawazkirina jinê dixebitin.

Li Herêma Kurdistanê kuştina jinê bûye beşeke sereke ji nûçe û bûyerên rojane. Weke semboleke kirêt xwe nîşan dide. Bi qasî nûçeyên mûçe, nirxê neftê û kelûpelan giringî pê nayê dayîn û tirsê naxe nava dilê xelkê.

Piştî kuştina her jineke aktivîst, medya dijîtal bi dirûşmên parastina mafên jinê tije dibe. Lê piştî çend rojan, herkes bêdeng dibe, ti kes û aliyek nîne ku lêkolînê li ser çarenûsa kujer û dosyayê bike.

‘Şeref û namûs’ behaneyên herî sereke ne ji bo kuştina jinê. Rêxistinên parastina mafên jinan jî tedbîrên qanûnî, reva kujeran a ji ceza û parastina kujeran wek sedema sereke ya dewama şidetê dibînin.

Derbarê zêdebûna bûyerên kuştina jinê û sedemên wê de aktivîstên mafên jinan ji Rojnews re axivîn. Hemû jî li ser wê yekê hemfikr in ku civaka Kurdî, civakeke bi hişmendiya zilamsalarî ye, ji ber wê rewşenbîrî û şarezabûna jinan a bi mafê xwe red dike.

Parlamentera Berê ya Iraqê û Şêwirmenda Polîtbûroya YNK’ê, Rêzan Şêx Dilêr derbarê sedema zêdebûna bûyerên kuştina jinê de got, “Civaka Kurdî civakeke zilamsalarî ye. Ji ber bipêşketina teknolojiyê, jinan hîn zêdetir mafên xwe zanîne û di warê fikrî de bi pêş ketine. Heta niha jin wek şerefa zilam dihatin zanîn.”

Rêzan Şêx Dilêr got, divê civak bi jin û zilam ve were şiyarkirin ku ew jî zanibin civakê bi hev re bi rê ve bibin. Wî her wiha got, divê alî hemû jî bi hev re ji bo avakirina civakeke şiyar bixebitin.

Medya Mesrûr Barzanî bû platforma kujer

Derbarê zimanê ragihandinê yê li ser bûyerên kuştinên jinan jî Rêzan Şêx Dilêr got: “Ragihandin bi awayekî ne ciwan behsa bûyeran dike. Li şûna ku kuştina jinê wek pirsgirêkeke mezin û diyardeyeke metirsîdar di nava civakê de nîşan bidin, tên destûrê didin kujer biaxive. Me dît çawan di medya serokê hikûmetê de hevpeyvîn li gel kujerên Îman Samî hat kirin û bi rêya wê, kujer behane ji sucê xwe re peyda dikir.”

Jinkujî bûye rûyekî civaka Kurd

Jina ciwan Îman Samî ya 20 salî, şeva 7’ê Adarê ku çend saetek ji roja cîhanî ya jinan re mabû, ji aliyê bira û mamê xwe ve li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê hat qetilkirin.

Bîlanço derdixin ku rêjeya kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê bi awayekî metirsîdar zêde dibe. Li gorî amaran tenê ji serê salê ve zêdetirî 15 jinan hatine qetilkirin, yan jî şewitandin.

Seroka Parlamena Hewlêrê, Rêwaz Fayeq di destpêka Sibatê de di merasîmeke li Silêmaniyê de gotibû, “Civaka Kurdî bi jinkujiyê tê naskirin, kuştina jinê bûye yek ji sîmayên pênasekirina me.”

Li ser sedemên zêdebûna kuştinên jinan Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman got, “Gelek sedemên kuştina jinê hene.

Lê yek ji sedemên zêdebûna şidet û kuştinê, bicihneanîna qanûnê ye.”

Saziyên ragihandinê ji bo bêîradekirina jinê dixebitin

Bilêse Cebar Ferman diyar kir; “Divê ragihandin hîn zêdetir giringiyê bi mijarên jinan bide. Di dema belavkirina nûçeyên kuştina jinekê de divê ne tenê balê bibe ser ragihandina nûçeyê. Di heman demê de pêwîst e lêpirsîn û lêkolîneke hûr ji bo mijarê û çarenûsa kujer jî bikin. Divê nîşan bidin ka qanûn çiqasî serwer e, da ku kesekî din newêribe keseke din bikuje.”

Li ser heman mijarê Rojnamevan Bêrîvan Şaho jî got, kuştina jinê li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê bûye diyarde. Şaho got, rojane jin dibin qurbaniyên hişmendiya zilamsalarî û fikrê eşîrtiyê.

Bêrîvan Şaho da zanîn ku gelek saziyên ragihandinê ji bo bê îradekirin û lawazkirina jinê dixebitin.

Şaho got, dema bûyereke kuştina jinê çêdibe, hin saziyên ragihandinê yekser bûyerê wek milk û namûsa zilamekî nîşan didin û bi vî şiklî behaneyê ji kujer re dibînin.

Nûçeya ku herî dawî li ser kuştina jinê di ragihandinê de hat belavkirin, bûyera kuştina keça temen 15 salî bû. Bûyer li navçeya Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê qewimî. Keça temen 15 salî ji aliyê bavê xwe ve bi îdîaya ku keça wê li gel hin kesan derketibû derve, hat qetilkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.