Ne min, berpirsan ceza bikin

sêşem 4 tebaxê 2020 - 16:24

  • Ji fermandarên hêza pêşmerge ya ku li ber fermana fermandariya pêşmerge ya vekişîna ji Şengalê rabû, Qadir Xofanî dibêje, roja fermanê wî fermandarî agahdar kiriye ku hêzên pêşmerge vedikişin û fermandariyê piştî bi nîv saetê telefonî wî kiriye û jê xwestiye vekişe.

Ji fermandarên hêza pêşmerge ya ku li ber fermana fermandariya pêşmerge ya vekişîna ji Şengalê rabû, Qadir Xofanî dibêje, roja fermanê wî fermandarî agahdar kiriye ku hêzên pêşmerge vedikişin û fermandariyê piştî bi nîv saetê telefonî wî kiriye û jê xwestiye vekişe. Di agahiyên wî de ku bi hesabê xwe yê Facebookê parve kirî ew wiha dewam dike: "Min red kir, min ji wan re got, ez çawa vekişim ku DAIŞ bi pêşve biçe û xelk jî ji bo xwe xilas ke ber bi me ve bê."
Ew dibêje, li ser vê fermana fermî danê da ku hêzên xwe vekişîne û wî li ser vê gotiye, "Jin, zarok, sivîlan dayê rê da ku xwe bigihînin me. Ez ê wan bêyî ku şer bikim, tenê nehêlim. Li ber xelkê û xwedê ez berpirs im."
Ew dibêje, fermadarên wî ji ber ku wî bi ya fermana wan nekiriye gelek caran ew kirine ber lêpirsînê. Ew di dawiya parvekirina xwe de ji UNITAD-Iraqê (Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê) dixwaze lêpirsînê li dijî berpirsan bide destpêkirin.

Qanûna tezmînkirinê û lêpirsîna berpirsiyaran

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih jî bi rasthatina qirkirina 3´yê Tebaxê daxuyaniyek dabû û gotibû, “Iraq dixwaze bi rêya pêşnûmaqanûnekê kesên ku bûn sedem Şengal bikeve destê DAIŞ’ê, ceza bike.”
Berhem Salih wekî din got, weke serokkomarî amadekariyên qanûneke tezmînata ji bo Êzîdiyan jî ew dixebitin û wan reşnivîs hazir kiriye ji bo ku parlamen erê bike. Berhem Salih daxwaz ji Parlamentoya Iraqê kir ku bi erêkirina reşnivîsa qanûnê ya serokkomariyê amadekirî, mafên kesên ji destên DAIŞ’ê rizgar bûne, werin dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.