Ne klîma ne jî sobe lazim in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Li  xaniyekî bifikirin ku ji bo germkirinê pêdiviya wê bi enerjiya ji derveyî wê ve nebe.

Li  xaniyekî bifikirin ku ji bo germkirinê pêdiviya wê bi enerjiya ji derveyî wê ve nebe. Li welatên ku nexasim jî zivistanan kêm rojê nabînin, pêdivî bi afirîneriyeke mezin heye. Xaniyekî li herêma Elsace a Fransayê hatiye çêkirin, ev pirsgirêk bi alîkariya mîmariyê çareser kiriye. Ew qas jî nû nîne. Sala 2003´yan fikra projeyê peyda bûye. 

Mîmar Eric Wasser bi vê projeyê xwestiye nîşan bide ku mîmarî û tercîha peykerwarî ya avahiyan tesîreke mezin li bikaranîna enerjiyê dike. Ji bo çêkirina xênî cam û dar hatine bikaranîn. Di vê mala bi navê Helîodome de her tim germahî bêyî germkirinê 20 pile ye. Ji ber ku xanî li gorî hilatin û çûna ava ya rojê hatiye sêwirandin, havînan li vê mala li gundê Cosswiller ê li Elsacê, timî sîh li ser odeyan heye û wê hînik dike. Zivistanan jî berevajiyê wê ye, roj yekser li camên pencereyê xênî dixe û hundirê wê xwezayî germ dike.

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.