Ne îfade lê gotegot in

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 21:15

  • “Derket holê ku beyanên şahidan derew in. Îfadeyên şahidê veşartî, Ulaş gotegot in. Li cihekî ku hiqûq lê heye, îfadeyên wiha bi kêrî tiştekî nayên.” 

Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay ê ku di Doza Kobanê de axivî, got: “Derket holê ku beyanên şahidan derew in. Îfadeyên şahidê veşartî, Ulaş gotegot in. Li cihekî ku hiqûq lê heye, îfadeyên wiha bi kêrî tiştekî nayên.” 

Rûniştina 15’an a Doza Kobanê di roja 7’an de dewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di navê de, 21 jê girtî 108 siyasetvan tên dadgehkirin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya 22’yan a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk tên. 

Endamê Desteya Bilind a Radyo Televizyonê (RTUK) yê HDP’ê Alî Urkut di rûniştina doh de biryara DMME’yê ya derbarê Osman Kavala de bi bîr xist û got, doza Geziyê jî dozeke weke Doza Kobanê siyasî ye. Urkut bal bire ser rewşa aboriya Tirkiyeyê û got, li Tirkiyeyê hejarî zêde bûye. Urkut got, mafê wan ê parastinê tê astengkirin û bal bire ser derewên şahidan. Urkut anî ziman ku îktidar û daraz dixwaze bi rêya şahidan tevahiya xebatên HDP’ê terorîze bike û şahid dixwazin xwe bi îfadeyên derew xilas bikin. 

Berdevkê HDP’ê û endamê MYK’a HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay jî nakokiya beyanên şahidan bi bîr xist û got: “Îfadeya A53 hemû ji binî ve derew e. Li ser van beyanan dadgehkirin bêwate ye. Îfadeyên şahidê veşartî Ulaş gotegot in. Li cihekî ku normên hiqûqê lê hene, îfadeyên bi vî awayî ti maneya wan nîne.  Pir zelal e ku ev doz li ser îfadeyên şahidan hatiye sazkirin.”

ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.