Doza Kobanê diyarker e

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:52

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir wê ji Doza Kobanê kişf bibe bê ka sedsala duyan komara Tirk wê demokratîk bibe an li ser yekparêzî û înkarê bidomîne.

Sedsala duyemîn a komarê wê demokratîk bibe yan wê li ser esasê yekparêzî û înkarê mezin bibe, bi doza Komploya Kobanê û biryara ku di encamê de bê dayîn wê diyar bike

Beriya rûniştina biryardayinê ya Doza Komployê, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê  Sevda Çelîk Ozbîngol derheqê pêvajoya dozê de axivî.

Sevda Çelîk Ozbîngol got doz pêvajoyeke rovanşa siyasî ye helwesteke li dijî aştiyê ye û ev yek anîn ziman: ‘’Doza Komployê ya Kobanê ya 6 û 8’ê Cotmehê rovanşeke siyasî ye. Pêvajoya darizandinê ku di tê de hemû bend û qaîdeyên qanûnî hatine binpêkirin nîşan dide ku doz ne bi çarçoveya hikmên qanûnî ye û em dikarin bibêjin ku doz tolstandineke siyasî ye. Pêvajoya dozê li qadên sîyasetê bi çarçoveya berjewendiyan hatiye bikaranîn û li gel vê yekê gelek plan hatine kirin. Bi dehan kesên ku siyaseta demokratîk bi rê ve dibirin bi vê dozê bi awayekî derqanûnî tên rehîngirtin.’’  

Encam wê diyarker be

Sevda Çelîk, destnîşan kir ev doz wê demokratîkbûna komarê ya sedsala duyemîn diyar bike û got ku encamên ku ji vê dozê derkevin wê bandorê li siberoja Tirkiyeyê jî bike û wiha domand, "Sedsala duyemîn a komarê wê demokratîk bibe yan wê li ser esasê yekparêzî û înkarê mezin bibe, bi doza Komploya Kobanê û biryara ku di encamê de bê dayîn wê diyar bike. Ji vî alî ve pênase û bendewariya siberojeke demokratîk ku gelên Tirkiyeyê yekser eleqedar dike, tevahiya civakê eleqedar dike."

Bila siyasetmedar bêne berdan

Sevda Çelîk Ozbîngol, da xuyakirin ku pêşketinên di mijara çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd de wê bi vê dozê re diyar bibe û anî ziman ku hewl tê dayîn ku siyaseta zagonî ya Kurd û rastiya pirsgirêka Kurd bi vê dozê re bê krîmînalîze kirin û gotinên xwe wiha dewam kir, "Di mijara rastiya Kurd û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de jî ev yek ji bo raya giştî ya Tirk û gelê Kurd girîng e. Divê êdî bê fêhmkirin ku ev yek ji aliyê dadgehekê ve nikare bê kirin. Piştî vê qonaxê li gel hemû bêhiqûqiyan jî helbet dikare biryareke ku xizmetê ji siberoja demokratîk a welêt re bike were dayin. Bendewariya raya giştî di vî alî de ye û li ser esasê serbestberdana siyasetmedarên ku demeke dirêj dîlgirtî ne.''

Wê bandorê li aştiya civakî bike

Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan kir  desthilatdariya heyî hiqûqê kiriye xizmeta siyaseta xwe, ji ber vê nikare bêalî biryar bide û got ku DEM Partî wê di nav her şert û mercî de têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomîne. Sevda Çelîk Ozbîngol gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Desthilatdariya heyî hewl dide hiqûq, qanûnê bike xizmeta siyaseta xwe, bi vê yekê re dadgeriya bêalî û serbixwe tê kuştin. Ev aliyê bingehîn e ku yekser tevahiya raya giştî ya demokratîk eleqedar dike û wê dike aliyekî Dosya Kobanê. Xwestin xwedîderketina gel dema hat gotin Kobanê ket û wê bikeve berovajî bikin û ji bo wê weke sûcdariyeke nehiqûqî, îdîaname hat amade kirin. Lê belê li dijî vê neheqiyê wijdana gel êdî got dev ji vê rêveçûnê berde. Biryara ku li ser vê bingehê bê dayîn xwedî girîngiyekê ye ku wê rê li ber pêvajoya siyasî û aştiya me ya civakî veke. Têkoşîna siyasî ya DEM Partiyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û siberoja demokratîk a welatê me wê mîna ku heta niha kiriye, bidome. Li salona dadgehê jî ev têkoşîn dewam dike."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.