‘Doza Kobanê’ heyfa DAIŞ’ê ye

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:26

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM / NÛJINHA / MINBIC

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Hêvî Mihemed a bertek nîşanî biryara ‘Doza Kobanê’ ya ceza li siyasetmedaran hat birîn kir û got: “Doza Kobanê cîhanî ye. Cezayên li siyasetmedaran hat birîn kirin heyfa têkçûna DAIŞ’ê.”

Dewleta Tirk di derheqê 108 siyasetmedar û hiqûqnasan ku di nava wan de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî hene ku ji Doza Kobanê dihatin darizandin  cezayê giran da. Endama Kombûna Jinan a Zanûbiyayê li Kantona Minbicê Hêvî Mihemed derbarê biryara Doza Kobanê de axivî û da zanîn ku dadgehkirina siyasetmedaran siyaseteke bi zanebûn e.

Biryar ne mirovî ye

Hêvî Mihemed ev biryarên dewleta Tirk bi nemirovî bi nav kir û got: "Ev dadgehkirina faşîst li dijî siyasetmedaran bi hinceta piştgiriya berxwedana Kobanî ne mirovî û wijdanî ye. Ji ber Kobanî û berxwedana xwe karîbû hêza DAIŞ’ê bişkînin. Piştgiriya pê re jî hêz û moral dida kesên li hember metirsîdartirîn terorîstên li cîhanê şer dikirin. Helwesta gelê Bakurê Kurdistanê gelekî hêja bû. Wan sînor şikandin û tevlî berxwedanê bûn. Kesên di hindirê Tirkiyê de jî man piştgiryeke xurt dan gelê Kobanê.

Hilanîna heyfa DAIŞ’ê ye

Dewleta Tirk vê weke sûc dibîne, dewleta Tirk piştgira yekem a DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk yan jî Osmaniya nû ji dîrokê ve dijminatiya Kurdan dike. Yek ji armancên wê xistina Kobanî bi destê DAIŞ’ê bû. Lê belê ev xewn dûrî pêkanînê bû ji ber Kurdên her çal aliyên Kurdistanê piştgiriya berxwedana Kobanê kirin û DAIŞ li hemû kantonên Bakur û Rojhiloatê Sûriyê têk birin, dadgehkirina siyasetmedaran hilanîna tola DAIŞ’ê ye.”

Bêdengî piştgirî ye

Hêvî Mihemed bêdengiya navneteweyî ya li hemberî biryara bê hiqûqî weke piştgiriya bi dewleta Tirk re bi nav kir û got: "Doza Kobanî bûye dozeke cîhanî, çeteyên DAIŞ’ê metirsiyek li ser hemû cîhanê ye. Tevî hemû bangên darizandina DAIŞ’ê jî heta niha kesekî dengê xwe nekiriye.”

Em deyndarê helwesta wan in

Hêvî Mihemed teqez kir ku ew piştgiriya siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de dikin û bi gotina “Em deyndarê helwesta wan a ji bo Doza Kobanî ne. Em tenê dikarin bi riya meşandina ser xeta wan a berxwedanê deynê wan bidin” banga xurtkirina têkoşînê kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.