Bi Doza Kobanê aştî tê darizandin

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:42

Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) beriya Doza Kobanê daxuyaniyek da. Yekîtiyê destnîşan kir bi Doza Kobanê aştî û demokrasî tê darizandin û bang kir ku her kes dijî bêhiqûqiya helwesta xwe nîşan bide.

DÎB’ê beriya rûniştina biryarê ya Doza Kobanê ku wê di 17’ê nîsanê de pêk were, bang li sazî û partiyên siyasî kir ku li dijî bêhiqûqiyê helwestê nîşan bidin.

Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beriya rûniştina biryarê ya Doza Kobanê ku wê 17’ê nîsanê roja çarşemê pêk were, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Bêhiqûqî ye 

Di daxuyaniyê de ya bi serenavê “Ya ku bi Doza Kobanê tê darizandin hêviya aştî û demokrasiyê ye” hate weşandin de ev tişt hate gotin: “Doz bêhiqûqî ye. Di serî de mafê darizandineke adil û parastinê hemû mafên di bin ewlehiya destûra bingehîn de hatine binpêkirin, di dosyayan de delîl nînin. Bi dehan pêşniyazname yên ji bo berpirsyarên mirinên di protestoyên Kobanê de derkevin holê hatin dayîn, bi dengên AKP’ê û MHP’ê hatin redkirin. 

Helwestê nîşan bidin

Em Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê em bang li kes, sazî û partiyên siyasî yên li dijî hovîtiya DAIŞ’ê ne, alîgirên demokrasî, hiqûq û aştiyê ne dikin kul i dijî vê bêhiqûqiya zelal, helwesteke diyar nîşan bidin. Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin hêviya vî welatî ya aştî û demokrasiyê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.