Doza bêbextiyê li dijî Kurdan

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 16:11

  • Siyasetvan Nazmî Gur: Tirkiyê Kurdên li Rojava weke dijmin qod kirine, niha jî wan weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye hin herêmên Suriyeyê. Ev li dijî hiqûqa navnetewî ye. Yek ji Kurdên wê derê jî ne xwediyê wê ferasetê ye ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bibe tehlûke.

Siyasetvan Nazmî Gur ê ku di “Doza Kobanê” de li Tirkiyeyê girtî tê dadgehkirin, îşaret bi wê yekê kir ku di dozê de “îdîa veguherîne bêbextiyan” û got, “Tê îdiakirin ku 4 hezar û 743 sûc hatine kirin. Yekane delîl jî nîne ku faîlê yek sûcê bi tenê jî ez im.”

Rûniştina çaremîn a danişîna 43’yan a Doza Kobanê ya ku tê de 18 jê girtî bi giştî 108 kes têne dadgehkirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kir. Rûniştina duyemîn a danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi rê ve çû. Danişînê, bi parastina siyasetmevanê dîl Nazmî Gur dewam kir. Gur bal bire ser mafê dadgehkirina adil û got, hin dozger û dadgerên li doza wan dinêrin, AKP’yî ne. Nazmî Gur da zanîn ku kesekî ji AKP’ê bûye parlamenter, endamê Dadgeha DEstûrê ya Tirk (AYM) e û da zanîn ku dadgeh ne serbixwe ye. 
 
‘Hiqûqa bêhiqûqiyê serwer e’ 

Nazmî Gur, anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûqa bêhiqûqiyê serwer e û wiha peyivî: “Piştî ku biryarên siyasî hatin dayîn, ti qîmetê parastina me ya bi hezaran rûpelan nîne. Divê hûn bizanin ku hêza dadweriyê aydê dadgeran e, divê hûn nehêlin siyasetvan we û hiqûqê bi kar bînin. Dadgerî meqamekî wiha ye yê ku divê her kes jê bawer bike, lê em nikarin di vê qonaxê de qala wê bikin.”

Gur got, HDP li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê bi rolekê rabû û wiha peyivî: “Îsraîlê li Xezayê çi kiribe, tiştên girantir li wir hatin kirin. Li Kobanê yek avahî li ser piyan nemabû. Lê bi piştgiriya navneteweyî DAIŞ bi paş ve hate birin. Feydeya vê li Tirkiyeyê jî bû. Lê ji ber ku Tirkiyê Kurdên li Rojava weke dijmin qod kirine, niha jî wan weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye hin herêmên Suriyeyê ku dewleteke serbixwe ye. Ev li dijî hiqûqa navnetewî ye. Ji ber ku yek ji wan jî bi daxwaza Sûriyeyê nehatiye kirin. Yek ji Kurdên wê derê jî ne xwediyê wê ferasetê ye ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê bibe tehlûke.”

Nazmî Gur, têkildarî pêvajoya dadgehkirinê jî parastina xwe domand: 
 

Sûc pirr in delîl nînin

“Em kesên ku di çarçoveya vê dozê de tên dadgehkirin hemû, ne bi îdîaya ku faîlê 4 hezar û 743 bûyerên di 6 û 8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatine, tên dadgehkirin, em bi îdîaya ku bûne sedema bûyeran û xelk sor kirine, tên dadgehkirin û em hê jî girtî ne. Tê îdîakirin ku 4 hezar û 743 sûc hatine kirin. Yekane delîl jî nîne ku faîlê yekê tenê jî ez im.”
 

Îdîa ne îdîa ne

Siyasetvan Nazmî Gur, bal bire ser îdîayên dozger û got, ev îdîa veguherîne “bêbextiyan” û anî ziman ku endamên Meclisa Partiyê bi awayekî periyodîk ji bo mijarên di rojevê de binirxînin, 45 rojan carekê kom dibû. Nazmî Gur bal bire ser wê yekê ku di civîna 6’ê Cotmeha 2014’an de tenê çalakiyên Kobanê nehatin nîqaşkirin û wiha peyivî: “Helbet bûyerên li herêmê hemû HDP’a ku di Meclisê de koma wê heye jî eleqedar dikirin. Helbet li dijî pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî jî hestiyar e. Di çarçoveya fikir û polîtîkayên xwe de ji van pirsgirêkan re pêşniyazên çareseriyê bi pêş ve dibe. Di 6’ê cotmeha 2014’an de jî ev yek çêbû. HDP’ê ti carî polîtîkayeke piştgiriya buyerên tundiyê bi pêş ve nebiriye; ev tenê îdîaya dozger e.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.