Ma KCK´ê ferman da NY´yê jî!

În 5 Çile 2024 - 15:59

  • Alp Altinors: Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt? Çar sal in ji ber vê twîtê em di girtîgehê de ne. Em ne ew mirov in ku tiştên me kirine înkar bikin. Lewma, me tiştên rast kirin, tiştên rewa kirin û heta dawiyê jî em li pişt wan in.

Di Doza Kobanê de dozgeriyê xwest ku girtina hemû girtiyên siyasî dewam bike. Siyasetvanê girtî Alp Altinors di danişînê de xwe parast. Wî got, banga HDP’ê ya ku ew pê tê sûcdarkirin, dişibe bangên NY û sazî û hêzên din ên navneteweyî yên wê demê û ev pirs kir: “Ma KCK´ê ferman da Sekreterê Giştî yê NY’yê?”

Doza Kobanê bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hatin lidarxistin, hatiye vekirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yên HDP´ê jî di dozê de tê dadgehkirin. Ji 108 kesên di dozê de tên dadgehkirin, 18 jê girtî ne. Dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 22’yemîn û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dewam kir.
Siyasetvanên girtî Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li hola rûniştina dozê amade bûn. Siyasetvan Selahattîn Demîrtaş û Sebahat Tûncel bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) rûniştin şopandin.

Dozgeriyê xwest ku rewşa girtina siyasetvanan bidome û gilî bê kirin ji ber girtina dîmenên Demîrtaş.

 

Doz têk çûye

Siyasetvan Alp Altinors li dijî daxwazên dozger axivî, û got mutaeleya dozger, ew matmayî nehiştiye û pirsa “İsrara we ya di dewama girtinê de çi ye?” kir. Altinors, wiha dewam kir: “Ez her carê ji we re dibêjim em ê teqez beraet bikin. Ji vê dozê ji bilî beraetê tiştek dernakeve. Di dosyayeke bi her awayî ve têk çûyî de biryara dewama girtinê didin. Tevî biryara îhtîmala, dibe ku îdîaya sûc were guhertin jî hêj girtî dadgeh dikin.”

Altinors, bal kişand ser civîna Lijneya Ewlehiya Mîlî (MGK) ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de û diyar kir ku MGK’ê wê demê bûyerên 6-8’ê Cotmehê weke provokasyona “dewleta paralel” nirxand. Altinors daxuyaniya MGK’ê pêşkeşî dadgehê kir, da zanîn ku wê demê Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav de hêz û rêxistinên navneteweyî, têkildarî Kobanê bangên dişibin hev kirin û anî ziman ku ev bang nikare bibe sedema sûc. Altinors, wiha dewam kir: “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt? Rastiyên dîrokî nikarin bi şahidên derewîn bên veşartin. NY dibêje, DAIŞ li her derê qirkirinê dike. Dibêje dê li Kobanê jî qirkirinê bike. Banga wê ya çalakiya bilez jî vê yekê dide nîşandan. Çi digot, di vê daxuyaniya xwe de? Divê her kesê di destê wan de derfet hene, zend û bendan vemalin. Derfeta di destê me de ew bû ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyê bidin. Me jî tweet parve kir û bang kir. Çar sal in ji ber vê twîtê em di girtîgehê de ne. Em ne ew mirov in ku tiştên me kirine înkar bikin. Lewma, me tiştên rast kirin, tiştên rewa kirin û heta dawiyê jî em li pişt wan in.”

 

Komar jî hat ber têkçûnê

Bulent Parmaksiz jî piştî Altinors axivî, anî ziman ku Kurd cihêxwaz nînin, daxwaza wan a jiyana bi hev re heye û xwest ku şerê heyî bi dawî bibe. Parmaksiz bal bire ser pêvajoya têkçûna Împaretoriya Osmanî û anî ziman ku niha Komar jî di heman astê de ye. 

Parmaksiz, anî ziman ku gaveke hikumetê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîne û got: “Vî karî çareser bikin, yan jî dê hêj mezintir bibe. Kes naxwaze mirin çêbin. Em weke sosyalîstan li pişt daxwazên Kurdan in.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.