Bidawîkirina tecrîdê aştî ye
În 9 Îlon 2022 - 22:36
- Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenter û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD, gelek welatî û parêzer dozê dişopînin
Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwedî rolekî girîng e û heke tecrîdkirina Ocalan bê bidawîkirin, ev ê rê li ber çareserî û aştiyê veke.
Rûniştina 16’an a Doza Kobanê di roja 8’an de dewam kir. Di dozê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya berê 108 siyasetvan tên dadgehkirin û 21 ji van jî girtî ne.
Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bi rê ve çû.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlamenter û rêveberên HDP’ê, rêveberên ÎHD, gelek welatî û parêzer dozê dişopînin. Siyasetvanên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetvanên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.
Di rûniştina doh de Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel peyivî û got, şahidan li ser arastekirinê îfade dane û îfadeyên hatine dayîn jî ji bo têkbirina têkoşîna azadiya Kurd e.
Tuncel her wiha nerazîbûna xwe ji dadgehê nîşan da û got, ew ne li benda edaleta dadgehe desthilata dewleta Tirk a ser bi AKP´ê ye.
Roja Ocalan di çareseriyê de
Tuncel bal bire ser rol û rista Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka Kurd de û got, “Di pirsgirêka Kurd de roleke girîng a Abdullah Ocalan heye. Dewlet jî vê rolê nîqaş nake. Niha tecrîda mutleq li ser Ocalan tê meşandin.
Ocalan di sala 2008’an de ragihandibû ku wî 3 salan bi dewletê re hevdîtin kirine. Li ser Meclisa Aştiyê û pirsgirêka Destûra Bingehîn hat axaftin, lê nehat çareserkirin. Li gorî qanûnan, her kesê ku di Pêvajoya Çareseriyê de cih girtiye, dabe ku bê dadgehkirin, lê hevserok, rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê niha tên dadgehkirin. HDP bi sazî tev li pêvajoyê bû. Rakirina tecrîda mutleq a li ser Ocalan, rêya vekirina rêya li ber aştiyê û çareseriyê ye. Tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."
ENQERE