Ocalan dê azad her be

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:30

  • Ayla Akat Ata: Hûn têxin odeyekê û derî li ser qifle bikin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’, Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be. 

Siyasetvana Kurd, Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de nerazîbûn nîşanî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da û got: “Heke hûn têxin odeyekê û derî li ser qifle jî bikin, heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be.”

Rûniştina 36’an a Doza Kobanê ya ku tê de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetvanên Kurd bi hinceta serhildana ji bo Kobanê ya 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya 22´yan ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bi rê ve çû.

Siyasetvanên girtî Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Alî Urkut û Nazmî Gur li rûnişînê hazir bûn. Fîgen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûnişîna dozê bû.

Dadgehê bi gotina “rûne cihê xwe” nehişt ku siyasetvan Alp Altinors biaxive. Dadgehê daxwaza têkildarî redkirina mafê parastina devkî qebûl nekir. Siyasetvan Ayla Akat Ata ji ber negirtina daxwaza Alp Altinors nerazîbûn nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Dozeke pirr girîng e û divê her kes gotina xwe temam bike.” 
Dadgehê daxwaza tehliyekirinê ya siyasetvan Ayla Akat Ata red kir.

Parêzer Kenan Maçoglû xwest têkildarî dadgehkirinê bipeyive, lê gotina wî ji hêla dadgehê ve hate birrîn. Dadgehê, beriya ku guh bide Maçoglû îdia kir ku dizane bê ka dê çi bixwaze. 

Ayla Akat Ata, parastina xwe kir û got: “Em diaxivin lewma, em tên dadgehkirin. Ji ber ku em gotina xwe birêxistin dikin û ev gotin bandorê li ser gel dike, lewma em tên dadgehkirin. Ji ber ku em dixwazin bi axaftinê çareser bikin, em tên dadgehkirin. 
Niha li Xezeyê şer heye. Em li gel daxwazên gelê Filistînê ne. Lê em êrişên her du aliyan li dijî sivîlan qebûl nakin.”

Di dewamê de Leyla Akat Atayê bal bire ser pêvajoya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, gotinên wê yên derheqê Abdullah Ocalan de û xebatên wê yên siyasî weke sûc hatine nîşandan. Ayla Akat Ata wiha peyivî: “Tenê li Êlihê derheqê min de 9 dosya hatine vekirin. Ev dosya bi dosyaya li Amedê re kirine yek dosya. Piştre jî ji vê dosyayê re şandine. Pirsgirêka Kurd heye. Partiyek heye ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têdikoşe û ji partiyên din cuda difikire. Her kes dibêje, ‘bikujin’ lê em dibêjin ‘bidin jiyîn.’ Xebatên me di vê çarçoveyê de kirine, berhev kirin. 

 

Ocalan aştiyê misoger dike

Ji bo bertekê nîşanî komploya li dijî birêz Abdullah Ocalan bidin em meşiyan. Ji ber vê yekê polîsan êrişî me kirin. Abdullah Ocalan neçar hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Bulent Ecevît derket û got; ‘Em nizanin bê ka çima radestî Tirkiyeyê hate kirin.’ Gelê kurd li her deverê komplo protesto kir û agir berda bedena xwe. Mirovan di çalakiyan de benzîn bi xwe de kir û xwe şewitandin. Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin.

We zilma li ser me zêde kir û em jî dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Belkî îro belkî jî sibe dê fêm bikin bê ka em çima vê rewşê lanet dikin. Lê belê aqilê dewletê, ji me baş fêm dike. Ji bo gelên Kurd û Tirk bi hev re bijîn em vê dikin. Abdullah Ocalan; misogeriya aştiya navxweyî û Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan piştî radestî Tirkiyeyê kirin, projeyên aştiyê bi pêş xist. Gelo li vî welatî ti kesî ew proje nexwendin? Gelo Hakan Fîdan nexwendine? Her kes heqê pêşdîtinên wî dide. Li holê rastiyek heye, gelek jê re dibêjin, ´rêberê min´. Bi van projeyên xwe nîşan da ku rêberekî siyasî ye. Dema çûm Ewrûpayê akademîsyenan li zanîngehan parastinên Abdullah Ocalan bi xwendekarên xwe didan xwendin.”

Ata, hevdîtinên parêzer û dewletê yên bi Abdullah Ocalan re bi bîr xistin û got, “Hûn têxin odeyekê û derî li ser qifle bikin jî heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’, Abdullah Ocalan azad e û dê her azad be. Em tecrîdeke wisa re rû bi rû ne ku dewlet jî êdî nikare jê re hincetan biafirîne. Heke Îmrali mîna her girtîgehê bûya, parêzer dê biçûna û bihatina. Weke siyasetvan em ji ber van gotinan tên dadgehkirin. Ne Îmralî girtîgeheke ji adetê ye û ne jî Abdullah Ocalan girtiyekî ji adetê ye. Gotina me ji bo çareseriya demokratîk e, sekna me ji bo çareseriya demokratîk  e û bi ti awayî me ti rengê şidetê teşwîq nekiriye. Lê em îro tên dadgehkirin.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.