NATO'yê balafir û keştiyên şer şandin
Duşem 24 Çile 2022 - 22:30
- Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand ku ji bo xurtkirina parastina Rojhilatê Ewrûpayê wan keştî û balafirên şer şandine wê derê.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand ku ji bo xurtkirina parastina Rojhilatê Ewrûpayê wan keştî û balafirên şer şandine wê derê.
NATO'yê, liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li ser sînorê Ûkraynayê kir hincet, û ji bo xurtkirina parastina Rojhilatê Ewrûpayê balafirên şer şandin û hêzên xwe li wir bicihkirin.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg got, "NATO, xurtkirina rojhilatê tifaqê jî di nav de ji bo parastina hevalbendan hemûyan wê tedbîrên pêwîst her tim wergire. Bi taybetî bi xurtkirina parastina xwe ya hevpar, em ê her tim bersivê bidin xerabûneke muhtemel a ewlekariyê."
Li gorî daxuyaniyê Danîmarkayê firqateynek şandiye Derya Baltikê û ji bo piştgiriya ji mîsyona parastina hewayî ya NATO'yê ya li herêmê amade ye ku çar balafirên F-16 bişîne Lîtvanyayê.
Hate ragihandin ku Spanyayê jî keştî şandiye ji bo tevlî hêza deryayê ya NATO'yê bibe û pîlan dike ku balafirên şer bişîne Bulxaristanê.
NATO'yê got, "Fransayê eşkere kir ku amade ye di bin fermandariya NATO'yê de leşkeran bişîne Romanyayê. Hollanda jî ji bo piştgiriyê bide polêsê hewayê yê NATO'yê yê li herêmê ji meha Nîsanê û pê ve wê 2 balafirên şer ên F-35 bişîne Bulxaristanê û keştiyek û yekîneyên bejahî jî bi rengekî amadebûyî dihêle."
NATO´yê got, DYE jî bi rengekî eşkere dixwaze ku hebûna leşkerî ya NATO'yê li aliyê rojhilat bê xurtkirin.
Wê wekî din got, "Ji sala 2014'an ve dema ku Rûsyayê bi rengekî neqanûnî Kirim dagir kir, NATO'yê bi koma taktîkî ya pirr neteweyî ya li Estonya, Letonya, Lîtvanya û Lehistanê hebûna xwe ya li rojhilatê tifaqê xurt kir."
Hate ragihandin ku ev yekîne 'ji şer re amade ne'. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hebûna wan bi rengekî eşkere nîşan dide ku êrişa li ser hevalbendekî êrişa li ser tevahiya tifaqê ye."
Rûsyayê mehên dawî bi deh hezaran leşker li ser sînorê xwe yê bi Ukraynayê re bi cih kir. Ûkrayna û hêzên rojavayî vê yekê weke amadekariya ji bo dagirkeriyê dibînin. Moskov jî ji NATO'yê garantiyeke nivîskî dixwaze ku Ukraynayê tevlî xwe neke.
NAVENDA NÛÇEYAN