Destvala ji civînê vegeriya

Çarşem 26 Tîrmeh 2023 - 00:51

  • Rojnamevan Kurdo Baksî diyar kir ku Erdogan destvala ji civîna NATO'yê vegeriyaye û got ku li Swêdê îadekirina Kurdan nehatiye nîqaşkirin.  

OMER ÎBRAHÎMOGLU/MA/ENQERE

 

Civîna dawî ya NATO'yê di navbera 11-12'ê Tîrmehê de li bajarê Vîlnîûs ê Lîtvanyayê hat lidarxistin. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku bi argumanên xwe yên dijminatiya Kurdan dike çû civînê, ji bo endamtiya NATO'yê ya Swêdê ku li dijî wê radibû, îşaret bi parlamentoyê kir. Rojnamevan Kurdo Baksî ku civîna NATO'yê ji nêz ve şopand, diyar kir ku Erdogan di civîna NATO'yê de siyaseta şantajê kiriye û got ku destvala vegeriyaye. 

Baksî anî ziman ku Erdogan destvala ji civînê vegeriyaye û got ku lê li gorî ya civîna Tîrmehê Tirkiye di civîna NATO'yê ya di 28'ê Hezîrana 2022'yan de gelek destkeftî bi dest xistibûn. Baksî destnîşan kir ku Tirkiye dest ji şertên xwe yên ku berê dabûn ber Swêdê berdaye û got: "Piştî civîna NATO'yê ya li Vîlnîûsê, Kurdan car din vegeriyan eyarên xwe yên berê. Her wiha di vê civînê de li ba raya navneteweyî kişf bû ku Erdogan şantajker e. Ma dê Swêd wekî din çi bikira? Tirkiye welatekî ne demokratîk e û rêveberiya wê di dest kesekî dîktator de ye. Her wiha parlementoya wê naxebite, dadgeha wê naxebite û mafên mirovan esas nayên girtin. Em behsa desthilateke wiha dikin." 

 

Heya 1'ê Cotmehê wê çi biqewime?

Baksî got endamtiya Swêdê ya ji bo NATO'yê temam nebûye û wiha axivî: "Erdogan erê kir lê dibêje, 'Lê ger ji bo firotina F 16’an kongreya Emerîkayê hebe, yê me jî parlementoya me heye'. Heya 1'ê Cotmehê dê çi biqewime em jî nizanin. Niha em dikarin bibêjin ku ji bo Swêd bibe endamê NATO'yê Erdogan derî vekir. Lê hê îmzeya dawî nehatiye avêtin. Wekî hûn dizanin divê biryara parlementoyê ya hemû welatên endam hebe. Heya niha hem Macaristan hem jî Tirkiye dengê xwe nedane. Lewma em nikaribin bibêjin endametî temam bûye. Helbet ji ber ku Erdogan bê pere û bê çek maye, dê heya kêliya dawî jî vetoyê bi kar bînine." 

 

Ji bo Kurdên li Swedê wê çi biguhere? 

Baksî anî ziman ku li Swêdê li ser îadekirina Kurdên ku Erdogan ew hedef nîşan dane nayê nîqaşkirin û got: "Li Swêdê ji bo Kurdan meş serbest in. Mijara alayan jî wiha ye. Kî bixwaze kîjan alayê veke dê veke. Li vir vekirina alaya PKK'ê û meş tu carî dê nebin pirsgirêk. Yanî Kurd dê meşên xwe bidomînin. Dê di radyoyên Swêdê de pêşkêşkirina nûçeyên bi Kurdî bidome. Dê li vir ji bo Kurdan zor û zehmetiyek nebe." 

 

Erîşên li ser Rojava

Baksî da zanîn ji bo êrîşeke nû ya ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bawer nake NATO’yê destûrê bide lê ger NATO’yê razî bike jî divê Putîn jî vê erê bike û wiha peyivî "Dibe ku beriya hilbijartinên herêmî plansaziyeke dagirkeriyê ya Erdogan hebe. Lê ez yeqîn nakim dê DYE û Rûsya destûrê bidin. Lê gava pereyê Erdogan diqede û hilbijartin nêz dibe, şerê li Kurdistanê ji bo wî bûye projeya jiyanê." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.