Gelo NATO haziriya şerekî mezin dike?

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 13 Hezîran 2023 - 00:52

  • Tetbîqat di serî de li Elmanya, Komara Çek, Estonya û Letonyayê perwerdeya operasyonel û taktîkî dê pêk were. 

NATO mezintirîn tetbîqata hewayî di dîroka xwe de pêk tîne. Tetbîqata bi navê "Air Defender 23" dê heta 23’ê Hezîranê bidome. Ji 25 welatên endamên NATO’yê û hevkarên wan derdora 250 balafirên leşkerî beşdarî tetbîqatê dibin. Di nav van welatan de Japonya, Swêd jî heye ku hîn di pêvajoya endamtiya NATO’yê de ne.

Nêzîkî 10,000 kes beşdarî van tetbîqatan dibin ku ji bo bihêzkirina karbidestî û parastina li dijî balafirên bêmirov û mûşekan di bûyera êrîşek li ser bajar, balafirgeh an benderên li ser xaka NATO’yê de hatine çêkirin.

Tetbîqat di serî de li Elmanya, Komara Çek, Estonya û Letonyayê perwerdeya operasyonel û taktîkî dê pêk were. Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz dê roja Înê serdana pîlotên li balafirgeha Schleswig-Jagel li bakurê Elmanyayê bike.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Elmanî General Ingo Gerhartz di dema danasîna tetbîqatê de got ku tetbîqat di sala 2018’an de hatiye dîzaynkirin.

 

Peyamê didin Rûsyayê

Gerhartz di heman demê de biryardariya xwe ya ji bo parastina "her bostekê" axa NATO’yê diyar kir û got, “Em hevalbendiyek berevaniyê ne û bi vî rengî ev tetbîqat hate plan kirin." 

Sefîra Emerîkayê ya li Elmanyayê Amy Gutmann di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku armanca van manevrayan jî ew e ku bi taybetî ji Rûsyayê re peyamekê bidin.

Bi şerê Ukraynayê re, ku di encama rageşiya demdirêj de rû da, tifaqa leşkerî ya Rojava ya 75 sal berê li dijî Yekîtiya Sovyetê hatibû avakirin, ji nû ve hat aktîfkirin.

Fînlandiya û Swêd, ku demeke dirêj bêalîbûna xwe ya fermî li hember Moskowayê diparêzin, piştî şerê Ukraynayê ku di Sibata 2022’yan de dest pê kir, serlêdana endamtiya NATO’yê kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.