Dixwaze NATO´yê bi kar bîne

Şemî 15 Tîrmeh 2023 - 00:55

PYD'ê ragihand ku dewleta Tirk dixwaze hêzan hemûyan bi taybetî jî NATO'yê li dijî Kurdan bi kar bîne.

PYD'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide hêzan hemûyan li dijî Kurdan bi kar bîne û got, "Bi bikaranîna endametiya Swêdê ya li NATO'yê, dixwaze bi taybetî NATO'yê di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne."

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya endametiya Swêdê ya li NATO'yê de, di diyalogên navbera Tirkiye-Swêdê de navê PYD'ê ketiye rojevê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma Tirkiyeyê dixwaze hêzan hemûyan, nexasim jî NATO´yê di şerê dijî Kurdan de bi kar bîne."

 

PYD şantaj şermezar kirin

Daxuyaniya PYD'ê bi vî rengî dewam kir:

"Em dixwazin careke din ragihînin ku em hurmetê didin gelê Swêdê û saziyên ku ji bo aştiyê û mijara Sûriyeyê xwedî roleke girîng in. Partiya me li dijî gelê Swêdê û berjewendiyên wî ti karek nekiriye. Tevî vê yekê jî, zext li Swêdê tê kirin. Em van zext û şantajên li dijî piştgiriya Swêdê ya li demokrasiyê û helwêsta mirovî, şermezar dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.