Tirkiyê endamtiya Fînlandiyayê qebûl kir

Şemî 1 Nîsan 2023 - 03:40

Pêşnûme qanûna ji bo erêkirina endamtiya Fînlandiyayê ya NATO’yê li desteya giştî ya Meclîsa Tirkiyê de hate qebûlkirin.

Bi vî rengî hemû endamên NATO’yê protokola tevlîbûna tifaqê ya Fînlandiyayê ji meclîsên xwe derbas kirin.

Derveyî Tirkiye û Macarîstanê, welatên din beriya çend mehan ev protokol di meclîsên xwe de erê kiribûn. Macarîstanê di destpêka hefteyê de protokol erê kir. Piştî erêkirina Tirkiyê, tê payîn hefteya pêş me rojên Sêşem an jî Çarşemê di civîna wezîrên derve yên NATO’yê ya li Brûkselê îhtîmaleke mezin Fînlandiya weke 31’emîn endamê NATO’yê were ragihandin.

Li gorî ajansa ragihandinê ya Elman DPA’yê, çavkaniyên dîplomatîk ên li Brûkselê ragihandine ku hin formalîteyên ku ji aliyê Fînlandiyayê nehatine bicîh anîn û ew jî wê di hefteya pêş me de bidawî bibin û biryara erêkirina Fînlandiyayê were dayîn.

Tê payîn ku ala Fînlandiyayê li biryargeha NATO’yê ya li Brûkselê were hildan.

Hate ragihandin ku wê wezîrê karên derve ya Emerîkayê Antony Blinken jî tevlî civîna li Brûkselê bibe. 

Li gorî çavkaniyên ji NATO’yê, yek ji formalîteyên ku nehatine bicîhanîn, Tirkiye bi rengekî fermî erê kirina protokola tevlîbûna Fînlandiyayê ji Wezareta Karên Derve ya DYE’yê re ranegihandiye.

Hêjayî gotinê ye, Wezareta Karên Derve ya DYE’yê li gorî Peymana Damezirîner a NATO’yê, ji tomarkirina belgehên derbarê tifaqê de berpirsiyar e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.