NATO li ber Tirkiyeyê digere

Nûçeyên Cîhan

În 2 Hezîran 2023 - 02:36

  • Jens Stoltenberg ji bo pêvajoya endametiya Swêdê ya li NATO'yê, ew ê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg da zanîn ku ji bo pêvajoya endametiya Swêdê ya li NATO'yê, ew ê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.

Jens Stoltenberg di destpêka civîna wezîrên karên derve ya welatên endamên NATO'yê de li paytexta Norwêcê Osloyê axivî û got, destpêka hefteyê ew bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê peyiviye û ew ê di demeke nêz de biçe Enqereyê.

Stoltenberg got, "Ji bo Swêd di demeke nêz de bibe endamê tifaqê" ew ê vê serdanê bike.

Endametiya Swêdê ya li nava NATO'yê ji ber vetoya dewleta Tirk pêk nayê. Dewleta Tirk dixwaze zexta li ser Kurdan li Swêdê jî bike.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken jî roja sêşemê bang li Tirkiye û Macaristanê kiribû da ku dawî li vetoyê bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.