Îsraîl: Tirkiyê ji NATO’yê derxin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:58

Li ser daxuyaniyên şefê faşîst ê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi dîplomatên NATO'yê re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê têkilî gefên Erdogan daxuyaniyek da û xwest ku Tirkiye ji NATO'yê bê derxistin. Ev daxwaz li ser gotinên şefê faşîst, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên li ser Îsraîlê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê, Katz bi dîplomatên endamên NATO'yê re hevdîtin kiriye. Di van hevdîtinan de hatiye xwestin ku Tirkiye bê şermezarkirin û ji tifaqê bê derxistin.

Ev tevgera dîplomatîk a Îsraîlê li ser daxuyaniyên Erdogan ên  li Rîzeyê hatine kirin. Erdogan di civînekê de gotibû: "Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê, mîna vê em ê li wan jî bikin."

Di daxuyaniyê Wezaretê de daxuyaniyên Erdogan weke "gef" û "gotinên xeter" hate bikaranîn. Heta niha ji aliyê NATO'yê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.