‘NATO li ser sûc hat zeftkirin’

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 22:05

  • “Saziyên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi rê ve dibin, bi hev re ne. Bi hiqûqê dilîzin. Divê parêzer û derdorên hiqûqî baş vê rastiyê bibînin.”

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê tecrîda li ser Îmraliyê, têkoşîna li hemberî tecrîdê, şerê dagirker ên dewleta Tirk, civîna dawîn a NATO’yê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Medya Haber TV´ê re axivî.

Dûran Kalkan diyar kir ku faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî şerê gerîla û berxwedana gel tengijiye, ji bo ku tevliheviyê çêke, ciwanan qir û qels bike, lîstikên şerê psîkolojîk dike û bal bire ser wê yekê ku bi cezayên dsîplînê jî zext û şantaja psîkolojîk a li ser Rêber Abdullah Ocalan jî zêde bûye. Kalkan diyar kir Îmrali girtîgeheke Ewrûpayê ye û got, “Saziyên ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi rê ve dibin, bi hev re ne.

Bi hiqûqê dilîzin. Divê parêzer û derdorên hiqûqî baş vê rastiyê bibînin.”

Dûran Kalkan şerê sê mehan ê rojê 24 saetan li Herêmên Parastinê yên Medyayê, performansa gerîla û sûcên şer ên dewleta Tirk jî nirxandin.

Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk çekên nukleer ên taktîkî bi kar tîne û got, “Heke derkeve holê, hingê maneya wê ew e ku NATO li ser sûc hatiye zeftkirin. Ev belgeya herî şênber e ku NATO yekser vî şerî dike.” Kalkan diyar kir ku divê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî vê yekê derxîne holê.”

Performansa gerîla bilind e

Kalkan li ser performansa şer a gerîla jî got, “Performansa gerîla gelekî bilind e. Li ser wê zemînê gerîla rê û metodên afirîner ava kirin. Li hemberî her cûre êrişê, hêza teknîk, alîkariya teknîkî ya ku NATO dide, li hemberî alîkariya PDK’ê, li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî, li hemberî bikaranîna çekên nukleer, gerîla dev ji qada xwe bernedaye. Metodên nû yên afirîner geş dike. Bi şerê tunelan, bi şerê tîman, bi koordînekirina van tiştan derbên giran li dagirkeran dixe. Li Zap, Avaşîn û Metînayê gerîla serketî ye. Tu kes li vir wekî gerîlayên HPG û YJA Starê nikare şer bike. Ti artêş! Ne artêşa Emerîkayê, ne ya Rûsyayê û ne jî ya Çînê rojekê jî nikare li ber xwe bide.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.