Zikatên xwe bişînin ji Rojava re

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:50

Êrişên çeteyên hov ên DAIŞ-HTŞ yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Bi taybet niha Kobanê dibin dorpêçê de ye û xeteriyek mezin li ser gel heye. Tevî dorpêç û agirbestê jî, çeteyên hov êrişên xwe didomînin. Derbarê mijarê de mamostayê olî Mela Ebdula Kelarî ku melayê mizgefta Aştî ya navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyane axivî. Mela Ebdula Kelarî derbarê êrişan de got:“Niha li Rojava êrişên dirindane ser gelê me, xak û netewa me hene. Divê her kes, taybet jî mela, aliyên siyasî bibin yek û hemberî dijmin rawestin. Tevî em misilman in û xwedê nasin, dijmin bi suretên enfal û fetih êrişî ser gelê me dikin. Ma ji bo çi em şerm bikin, em xak û welatê xwe diparêzin. Divê hemû mela gel ji van êrişan agahdar bike û bi xwîna xwe netewa xwe biparêze.”

Derbarê melayên ku dijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê peyam didin jî mela Ebdula got:“Divê demê de pêwîstî bi yek deng û yekîtiyê heye, her melayê ku axaftinek dijber kiribe, wî xirabî kiriye. Nabe mela dijî heqiyê bin û bi dîkdatoran re bin. Her kesê ku hemberî gelê me dijbertiyê bike, divê were bêdengkirin.” Mela Ebdula herî dawî behsa alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê tên komkirin kir û got:“Dixwazim di rewşek wiha de zikatên meha Remezanê ji bo Rojava werin şandin. Divê em zikatên xwe bigihînin xwişk û birayên xwe.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.