NATO jî be ne di ser hiqûqê re ye

În 3 Adar 2023 - 01:10

MELTEM OKTAY

 

Piştî biryarên Trîbûnala Tirkiyeyê ya ku dewleta Tirk sala  2021´ê li Cenevreyê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê mehkûm kir, niha Buroya parêzeriyê ya li Belçîkayê “Van Steenbrugge” bi biryarên Trîbunalê û bi dosyayên şahidên Trîbûnala Tirkiyeyê, salekê xebitî. Serokê vê buroya hiqûqê, cihgirê berê yê serokwezîrê Belçîkayê û serokê berê yê Dadgeha Destûrê ya Belçîkayê Profesor Dr. Johan Vande Lanotte û hevalên wî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de li dijî serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ên îdarî , dosyayeke ji 4 hezar rûpelan amade kirin. 

Trîbûnala Tirkiyeyê ya navenda wê li Belçîkayê, rêxistina Melde ya navneteweyî ya nûneriya 18 hezar dadger û dozgerên ji 16 welatan dike jî ev dosya îmze kir. Bi vê dosyayî buroyê ji bo ku Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê bên dadgehkirin, teslîmî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê hat kirin. 

Lanotte li ser dozê daxuyaniyek da û got, “li gorî statuya Romayê, sûcên li welatên aliyên vê peymanê, dikarin li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê ve bên dadgehkirin. Me 17 sûcên revandinê û wendakirinê yên li 8 welatên alî, girtina 73 dibistanan li 13 welatên alî û ji karderxistina 522 mamosteyan jî xiste dosyayê. Niha xelk ditirse. Heger lêpirsîn dest pê bike, wê gelek kesên din miracaetî me bikin. Rayeya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî di vê biwarê de heye.”

Serokê vê buroya hiqûqê Profesor Dr. Johan Vande Lanotte bi îhtîmam got, dewleta Tirk endamê NATO´yê jî be, ew ne di ser hiqûqê re ye û nabe ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê ew bê ceza bimîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.