NASA jî ji hev dernaxe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 18 Tîrmeh 2021 - 16:06

NASA li xwe mikur hat ku ew nikare ji hev derxe ka çawa deqa reş a li ser Jupîterê peyda bûye.

NASA´yê bi beriya çendekê dîmenên ecêb û bedew ên dêwa gazî Jupîterê parve kirin. Bi van dîmenan me ev gerstêrka herî mezin a li dora roja xwe, bi awirekî din dît û nas kir.

NASA´yê bi xwe jî li ser van dîmenan dîtiye ku li ser zemînê Jupiterê tiştên weke kunên reş xuya dikin, hene. Peyka Junoyê gava li dora Jupîterê geriya ev dîmen girtine. Mirov di van dîmenan de van deqên reş ên ecêb dibîne. Her yek ji wan li navenda gerînekekê ne û diyar e ku gelekî kûr in. NASA ji bo wan dibêje, "Kes bi issehî nizane ka ew deqên reş ên li ser Jupîterê çi ne."

Li dora deqa reş gerînekeke gazan û sîtemên bageran hene. Dibe ku bi rastî jî kûr be û rohnî nadiye. Lê dibe ku sedemên wê yên din hebin ku ev deqa reş wisa peyda bûye. Juno bi xwe tenê 15 hezar kîlometroyan dûrî ewrên ser zemînê Jupîterê re bihuriye gava wê wêne û dîmen girtine.

HOUSTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.