Narîn bi organîze hate qetilkirin

Duşem 9 Îlon 2024 - 02:50

Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ku di danê sibehê de hate dîtin, birin Saziya Tipa Edlî. Têkilî qetilkirina Narînê DEM Partiyê got,’’Bi organîze hatiye qetilkirin’’ û xwest ku berpirsê vê cînayetê bêne darizandin û got ew ê vê cînayetê bişopînin.

Cenazeya Narîn Gurana 8 salî hate dîtin, Narînê ji 21’ê tebaxê ve li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Ji bo karûbarên otopsiyê, cenazeyê Narînê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê. Li pêşiya ATK’ê gelek hêzên ewlekariyê hatin bicihkirin. Her wiha li gel endamên malbata Guran, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ber ATK’ê ye. Piştî karûbarên otopsiyê, dê cenazeyê Guran bê teslîmkirin. 

Têkilî qetilkirina Narînê DEM Partiyê daxuyaniyeke da. DEM Partiyê diyar kir Narîna 8 salî bi organîzeyî hatiye qetilkirin û got,’’ “Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de winda bûbû û cenazeyê hate dîtin, li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “19 roj bûn ji Narîn Guran agahî nedihatin girtin û mixabin îro di danê sibehê de cenazeyê wê hate dîtin. Hemû kes bi vê agahiyê re gelek xemgîn bû. Êşa me mezin e. Ev ne mirineke jirêzê ye. Narîn, bi awayekî organîzeyî hate qetilkirin. Divê hemû berpirsyarê vê cînayeta ku em di nava êşê de hişt bên dîtin, derxînin pêşberî darazeke bêalî û serbixwe û hesab jê were pirsîn. Em ê heta dawiyê vê cînayetê bişopînin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.