Monologek bi keser

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Kanûn 2021 - 23:00

  • Selman, li gel axaftina xwe ya bi bavê xwe re hestên xwe yên derbarê Kurdistanê de jî dibêje, “Nizanim çi ji bo dilê xwe bibêjim, ew dilê evîndarê welatê xwe. Nikarim ruhê xwe rawestînim û nikarim bibîranînên xwe bisojînîm. Lê tiştên ji min re mayî tenê bibîranîn in û ez van bibîranînan ti carî ji bîr nakim.” 

ARDÎN DÎREN

Îbrahîm Selman, hunermendekî Kurd ê pirralî ye. Gava mirov berê xwe dide jiyan û serpêhatiya wî, mirov rastî gelek berhemên wî tê. Hunermendekî afirîner û xurt e. Ew her çiqas wek derhêner û şanoger were naskirin jî di salên 1975’an de li Radyoya Bexdayê bernameyên radyoyê jî çêkirine û li wir helbestên Kurdî xwendine. Her wiha ew li Bexda û Dihokê bi şanoyê re mijûl bûye û lîstikvanî jî kiriye. Dema ku sala 1981’an ji Kurdistanê koç dike û li bajarê Hollandayê, Amsterdamê bi cih dibe jî karê şanogerî û sînemageriyê dewam dike. Wekî din wî bi flamanî jî çend pirtûkên weke roman û çîrok nivîsandine. Yanî hêla wî ya nivîskariyê jî xurt e û di rojnameyên Ewrûpî de gotarên hunerî nivîsandine.

Di bin postalan de jî welat her azad e

Îbrahîm Selman her çend ji Kurdistanê xatirê xwe bixwaze û ji welat dûr bikeve jî hezkirina welat her di dilê wî de dimîne. Ew li Amsterdamê ji bo balê bibe ser rewşa civaka Kurd gelek lîstikên şanoyê derdixe ser dikê û bi van lîstikan behsa dagirkerîya li welatê xwe dike. Lê bi ya min tişta ku Îbrahîm Selman di dîroka sînemaya Kurd de taybettir dike, filma wî ya bi navê “Karwanê Bêdeng” e. Dîmenên film di sala 1994’an de li Yewnanîstan hatine girtin û film xwerû bi Kurdî ye. Ev hewldan û xwesteka wî ya ji bo sînemayê hêjayî nirxandinê ye. Film behsa zilma Sedam Huseyn ya li dijî Kurdan dike. Îbrahîm Selman vê filmê diyarî bavê xwe dike û di serê filmê de em dengê wî wiha dibihîzin, “Hizra çîroka vê filmê jî li ser Kurdistanê bû, li Holanda bû senaryo û li Yewnanîstanê bû film da ku li dinyayê belav bibe û xelk zanibe her cihê mirov lê ye welatê mirov e. Heger ew welat di binê postalên dijmin de be jî dîsa welatê herî azad e.”

Helbet mirov dikare dûr û dirêj behsa filma “Karwanê Bêdeng” bike û li gorî wê demê filmê binirxîne. Lê ez ê di vê nivîsê bêhtir hewl bidim behsa belgefilma Îbrahîm Selman ya dawî “Nameyek ji bo bavê min” (A Letter to My Dad) bikim. 

Li pey kêlên mezelê bavê xwe

Em ji filmê tê derdixin ku sala 1974’an bavê Selman tevlî nav refên pêşmergeyan bûye. Îbrahîm kurê wî yê mezin e û roja bavê wî çûye çiyê jê re jî gotiye “Divê tu jî li gel min werî û em bi hev re tevlî pêşmergeyan bibin.” Lê Selman li gel wî neçûye û wî xwestiye bi awayekî din xizmeta gelê xwe bike û bi vî awayî wî berê xwe daye huner. Careke din jî bavê xwe nedîtiye. Heta dawiya salên 1980’yî li Bexda û Dihokê dimîne û li wir bi şanoyê re mijûl e. Lê piştî demekê ew ji welat bar dike û li Amsterdamê karê xwe yê hunerî dewam dike. Selman ev nêzî 40 salan e filman çêdike, dîlîze, şanoyan derdixe ser dikê û dinivîse. Lê piştî salên dûr û dirêj jî tesîra bavê wî hîna li ser heye û bibîranînên wî yên bi bavê wî re qet neçûne ji bîra wî.

Ji ber wê, ew bi vê belgefilma xwe ya dawiyê li gel bavê xwe derd û xemên xwe dibêje, pê re diaxive û dixwaze here welat mezelê wî bibîne. Lê cihê mezelê bavê wî jî weke yên gelek Kurdên hatine kuştin ne diyar e. Ew li kêlên mezelê bavê xwe digere, lê mixabin nabîne. 

‘Tiştên mayî tenê bibîranîn in’

Nameyek ji bo bavê min, çendîn behsa hest û bibîranînên şexsî bike jî ew di heman demê de nameyek e ji bo Kurdistanê jî. Selman ji gundê xwe Zawite dest bi çîrokê dike û bi dîmenên ku ew bi xwe jî tê de tê xuyanê, behsa serhatiya xwe û bavê xwe dike. Selman dibêje, “Nizanim çi ji bo dilê xwe bibêjim, ew dilê evîndarê welatê xwe. Nikarim ruhê xwe rawestînim û nikarim bibîranînên xwe bisojînîm. Lê tiştên ji min re mayî tenê bibîranîn in û ez van bibîranînan ti carî ji bîr nakim.” 

Selman, li gel axaftina xwe ya bi bavê xwe re, hestên xwe yên derbarê Kurdistanê de jî vedibêje. Behsa kerastên bi serê welatê wî de hatine, şoreşên têkçûyî û hêviyên nemayî jî dike. Li gel gilî û gazinan, hezkirina xwe ya ji bo welatê xwe jî tîne ziman. Dîmenên filmê û axaftinên Selman wek helbestekê diherikin û bi vî awayî çêjeke helbestî ya belgefilmê peyda dibe. Ev hêla belgefilmê nahêle mirov zû jê aciz bibe. Lê li gorî min heger Selman li ser dîmenan hinekî din kûr bibûya dê belgefilmeke xurttir û xweşiktir derketa holê. Wê hêla wî ya helbestvanî û nivîskariyê kireye ku axaftinên baş bike û hevokên wî tesîrê li ser mirovî çêdikin.

‘Min Kurdistan xistiye dilê xwe’

Selman ne tenê bavê xwe, ew dayik, bira, ap û pismamên xwe jî ji dest dide, lê nikare xatirê xwe ji wan bixwaze. Diyar e, vê yekê dilê wî pirr êşandiye û xemeke kûr xistiye dilê wî. Her wiha hesreta welat û xerîbiya salan dike ku li bibîranîn û serhatiyên xwe vegere. Her çiqas dûrî welat be jî Kurdistan tim di dilê wî de maye û wî gundê Zawîte yê ku lê ji dayîk bûye, qet ji bîr nekiriye. Ji ber van sedeman xwestiye rêwîtiyekê bike ber bi Kurdistanê ve û rojên ciwaniya xwe bi bîr bîne. Ji lewma gava xizm û hezkiriyên xwe yên ku nikaribûye xatir ji wan bixwaze, bi bîr tîne, dibêje, “Hûn hemû li Kurdistanê veşartî ne, min jî Kurdistan xistiye dilê xwe û ji mêj ve ye ez jê derketime.” 

Rastiya tehl a wekî jehrê!

Belgefilma “Nameyek ji bo bavê min” bi monologeke dirêj a bi keser dest pê dike û bi heman awayî bi dawî dibe. Selman, hewl dide xewn û xemên xwe yên ku bi salan li xerîbiyê kom bûne bi rêya belgefilmekê rave bike. Lê ezmûn û serpêhatiyên wî ew hinekî reşbîn kirine. Selman, di dawiya belgefilmê de dibêje, ew piştî 50 salan gihîştiye rastiyeke tehl, rastiyeke tehl a wekî jehrê! Selman dibêje, “Kurdistan ti car rizgar nabe û nabe dewlet. Milletê Kurd jî dê her bindest bimîne.”

Helbet bindestî ne qedera gelê Kurd e, lê rastiyeke tehl a ku mirov aciz dike jî heye mixabin. Reşbînî jî parçeyekî jiyanê ye û mirov nikare kesekî tawanbar bike ji ber hestên wî. Hestên Selman ên derbarê welatê wî de jidil in. Mirov gava li belgefilmê temaşe dike ji vê yekê bawer dike. Her wiha nameya wî ya ji bo bavê xwe nivîsandiye û kiriye film, her çiqas ji me re nas were jî ew nayê wê maneyê ku tiştekî ji rêzê ye. Jixwe, serpêhatiyên me yên şexsî hemû di heman demê de rastiya civakê jî radixin ber çavan. Ji ber wê mirov dikare vê belgfilma Selman, weke belgeyekê bihesibîne ji bo arşîva sînemaya Kurdî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.