Moby Dick, xewên şevan diherimîne 

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 28 Hezîran 2021 - 04:58

Wê rojê, gava Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a AKP-MHP’ê, îdianameya derbarê girtina HDP’ê de şand ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Erdogan û şirîkê wî re, bi rojekê, Erdogan di civîna koma partiya xwe de bi herfine stûr got, “Qethiyen divê hilbijartina 7’ê Hezîranê neyê jibîrkirin.” 

Bi vê gotina wî re nizam çima hema Moby Dick hat bîra min. Min got, bi ya min jî gere neyê jibîrkirin! Ji lew re Tirkiye di dîroka xwe de nebûbû şahidê pêngaveke wisa. Ev, tam pêngava ewil a Moby Dickî bû û stûneke sereke ya desthilata ceberût ji kulîmekê ve daqurtandibû. Desthilata xwedî bîrdoziyeke hingofî, kiribû desthilateke kulek. Lê vê desthilata ku sonda jiholêrakirina demokrasiyê li canê xwe xistiye, zûzûka “gurgeboz” ji xwe re kiribû protez û hîn bêhtir har û dîn bûbû, eynî wekî Kaptan Ahab, metran li ser metranê avêtibûn (û davêje) Moby Dick ku çend roj berê metraneke din jî avêtin û hevrê Denîz Poyraz kuştin. 

Ji axaftina Kaptan Ahab û protezê wî ku ji ber têkşikîna xwe texrîbat li ser texrîbatê çêkirine, xuya bû ku hê jî Moby Dickê 7’ê Hezîranê tê xewna wan. Xewa şevan li wan diherimîne û tirsa wan ew tirs e ku Moby Dick dest bi pêngava xwe ya didoyan bike. 

Ma ev çi pêngav in ku xewên şevan li desthilatan diherimînin?

Kaptan Ahab û ehlên keştiya Peqoudê gava ji bo rûn nêçîra balînayan (şayesandina xwezayê) dikin (nexasim jî qesta kuştina balînayên Îspermecetê dikin), balinayê spî Moby Dick jî ji bo nebe nêçîra wan nigê Kaptan Ahab dadiqurtîne. Piştî ku nigê wî dadiqurtîne, Ahab dîn û har dibe. Êdî xwe wekî xwedayan dihesibîne û dide dû hêrs û bîrdoziya xwe ya hingofî. Piştî nigekî wî diçe, hêrsa wî ya tolhilgirtinê zêdetir dibe û ji xeynî vê li ser ti tiştî hûr nabe. Ji ber vê kîna xwe ya zêde, fikirên xwe yên hingofî û dîktatoriya xwe ya qeterehmî, hemû ehlên keştiya Peqoudê ber bi xeter û tehlûkeyeke mezin ve dibe. Tew dibêje, “Heger a ku min biçûk bixe roj be jî, ez ê wê bikim yek derb.” Yanî ev qasî dîn û har dibe û sonda kuştina Moby Dickî li canê xwe dixe. Ji bo vê bike, Moby Dick li ber çavên ehlê keştiyê wekî sembola xirabiyê nîşan dide. Lê hevalê wî kaptanê duyem ê Peqoudê, Starbuck li ber vê fikira wî ya hingofî radibe û jê re dibêje ya tu dikî dînîtî ye. Ahab jî jê re dibêje, “Ez awayê dînûharbûna dînîtiyê me” û paxav bi Starbuck nake. Axirê Kaptan Ahab ji ya xwe danayê xwar û dibêje, gere Moby Dick bikujim. Di nêçîra xwe ya didoyan de, bi pêngaveke mezintir a Moby Dick re rû bi rû dimîne. Moby Dick, vê carê tenê ne Kaptan Ahab, ji xeynî Smaîl, hemû ehlên Peqoudê yên berbayî Ahab ketin jî ji holê radike. 

Piştî vê careke din kifş dibe ku mirov çi qasî xurt dibe bila bibe, axirê di şerê li hemberî xwezayê de ya ku para mirov dikeve têkşikîn e. 

*Moby Dick-Herman Melville

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.